Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Peyamên Êrîşa Dijî Hikûmeta Sûriyê


Serokê Amerîka Donald Trump piştî çend rojan ji gefên giran, biryara pêk anina erîşa mûşekan dijî sê bingehên leşkerê Sûriya da, weko bersive bo bikaranîna çekên kîmawî dijî sivîlan li bajarokî Dûma.

Rûsia, piştgira sereke ya rêjîma Sûrî, rexneyeka tund li seredarîya Amerîka û hevalbendên wê girt û got, êrîşkirina welatekî xwedî serwerî zêdegavî ye li ser qanûnên navnetewî.

Eve cara duyeme Amerîka li serdemê Trump êrîşan bi ser Sûrîye dike ji ber bikaranîna çekên kîmawî.

Erê bersiva xurt a Amerîka û hevalbendan çi peyam digel xwe helgirtin?

Erê oprasyoneka wiha wê bibe rêgir ku careke din hikûmeta Sûrî komkojiyan encam nede?

Bernama Tîrêj mihvandariya kanî Xulam, serokê tora zanyariyên Kurdî – Amerîkî û parêzer Umran Mensûr kir.

Xulam got, divê cîhan pirsên welatan çareser bike da ne bine gef liser ewlehiya cîhanê.

Mensur dibêj, êrîşê çend peyam helgirtin, ji wan kû nabe çekên kîmawî dijî sivîlan bêne bikar anîn.

Tirej # 138
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:04 0:00

XS
SM
MD
LG