Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj:Aya Pirsgirêk di Hebûn yan Nebûna Destûrekê de Ye bo Herêma Kurdistanê?


Piştî derbasbûna dehan salan liser hewlên nivisîna destûrekê bo Herêma Kurdistana Îraqê, careka din komcivîn û danustandin liser têne kirin.

Zan'ngeha Newroz komcivinek binavê Yekrêzî û Nivisîna Destûrî bi amadebûna rêberên siyasî û hikûmeta Herêmê pêk anî û teveya aliyan piştevanîya hebûna destûrekê kir, lê her aliyekê bi bîr û bawerên cuda.

کۆنفرانسی یەکڕیزی دەستوور
کۆنفرانسی یەکڕیزی دەستوور

Bernivîsa destûrî ji 220 bendan pêk tê û behsa gringîya demokrasî û mafan bi gişti dike û ji wan mafên kêmahiyên netewî û olî, herwesa sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê jî dike.

Îro pirsyara serke ew e, aya aloziyên Herêma Kurdistanê nebûna destûrê ye an bawerîpêkirina maf û erkan e?

Bernamê Tîrêj behsa vê mijarê digel mamosta Sebrî Silêvanî kir, ew dibêje “ hevrikîya herî mezin pirsên demokrasî û welatîbûnê ye”

Birêz Sebrî, helgirê bekarlyusa zanista siyasî û dîploma zanista civakî, dibêje ku “alozî ne nivisîn yan habûna destûrê ye, lê pirs di bicihkirina wan bendan de ye.”

Tirej # 111
please wait

No media source currently available

0:00 0:34:12 0:00


XS
SM
MD
LG