Rêveberîya serokê Amrîka Donald Trump amadekarîya bo vegerandina tevaya cizayan dijî Îranê dike û bi riya Twitter ê ragehand “ Ceza Hatin” û mebesta wî gera nû ya cizayan dijî Îranê ku bitaybet kerte patrola Îranê dike armanc ûew jêderê sereke ye bo dahat û aborîya Îranê.
Pêngava Amerîka yek aliye û ji civaka navnetewî piştgirî nayê kirin û renge helwesta Amerîka dijî Îranê lawaz bike.
Firensa û Almanya û Birîtanya digel yeketîya Ewrupa dijî cizayan radiwestin û rexne li Amerîka digrin û hişta pêgirin bi rêkeftîna navokê ya sala 2015.
Lidema hevalbendên Îranê Rûsya û Çînê nerazîbûna xwe diyar dikin ku ciza wê bandora xirab liser jiyana xelkê sivîl bike, lê wezirê derve yê Amrîka Mike Pompeo dibêje, bi tene 8 welat wê bikarin petrola Îranê bikirin bo xizmeka jiyana xelkê.
Aya cizayên nû yên Amerîka dijî Îranê wê bandorê liser rijêma Îranê yan xelkê Îranê pitir bike? erê ev cizaye wê baladestîya Îranê li Rojhelata Navîn kort bike?
Bernamê Tîrêj zêdetir liser vê mijarê rawesta digel mihvanên birêz, Şemal Beşirî lêkolerê siyasî û rojnamevan Arêz Endiryarî.