Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Amerîka bo Hevdîtinên bi Koreya Bakur Amade Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, dîyar kir ku Amerîka bê şert amade ye ku bi Koreya Bakur re dest bi hevdîtinan bike.

Tillerson li civîna sazîyeke ramanê got ku ‘’De werin em bicivin’’ Tillerson dîyar kir ku piştî hevdîtinê ewê nexşerêyeke çêkin û ber bi alîyê ku ew dixwazvin ve pêşde herin.

Bi van gotinên Tillerson dîyar dibe ku Amerîka dev ji şertê xwe yê berê, ku gotibû bo hevdîtinê divê Koreya Bakur danîna çekan bipejirîne, berdaye.

Ji seroktîya Donald Trump ve girjîya di navbera Amerîka û Koreya Bakur de gurtir dibe. Koreya Bakur li ser hev muşekên balistik ceribandibûn û karbidestên Washington û Pyongyangê dijî hevdu rexneyên tund kiribûn.

XS
SM
MD
LG