Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kes Jibo Koçberîya Amerîka Serî li Vîzeya Cihêrengî Didin


Dîmenek Peykera Azadîyê û minakek Belgeye Rûniştvanîya li Amerîka, ku wek Green Card tê bi nav kirin
Dîmenek Peykera Azadîyê û minakek Belgeye Rûniştvanîya li Amerîka, ku wek Green Card tê bi nav kirin

Bi sedan Kurd di van rojan de bi lezgînî, wekî bi hezaran kesên din ji çar alîyê cîhanê serî li Bernameya Vîzaya Koçberîyê ya Cihêrengîyê (DV) didin, ya jibo koçberîya qanûnî ya hatina Amerîka.

Ev bernameya vîzeyê ya wezareta derve ya Amerîka, ku wek bernameya Lottary jî tê zanîn, her sal 55 hezar vîzayên koçberîyê ji kesên bijarte re peyda dike.

Serlêdana îsal ya jibo (DV-2026), di 2’yê Cotmehê de destpê kirîye û wê di 5’ê Mijdarê de bi dawî bibe.

Pêwîste ku hemû serlêdan ji ser malpera fermî ya wezareta derve ya Amerîka, werin kirin.

Vîzeya koçberîyê jibo kesên ku ji welat û heremên ku rêjêyên koçberîya wan li Amerîka herî kêm in, derbazdar e.

Welatên ku Kurd bi pîranî hemwelatî ne weke Tîrkîye, Îraq, Îran û Sûrîye, tevî wan, bi giştî 178 welat û herêm hene ku daxwaza wî cûrê vizeyê dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka vîzayên DV li şeş herêmên erdnîgarî belav dike û ti welat yan herêm nikare zêdetir ji sedî heft wan vîzeyan werbigrê.

Wezaret radigihîne ku ev jimara vîzeyên ku di çarçoveya Bernameya Cihêrengîyê didin, li ser bingeha hesabên ku Wezareta Ewlekarîya Navxweyî (DHS) ve salane êne çêkirin, dîyar dike.

“Ji ber ku DHS salane van hesaban dike, navnîşa welatên ku xwecihîyên wan mandar in yan jî ne mafdar in, dibe ku sal bi sal bi guherin, “ ofîsa medya ya wezeretê di daxuyanîyekî nivîskî de ji Dengê Amerîka re got.

Serlêdana bernameya DV bêpere ye e û du şertên wê yên bingehîn hene.

  • Herî kêm derçûna dibistana navîn yan perwerdehîyek wekhev ya 12 salan.
  • Di nav pênc salên dawîn de, di karekî ku pisporî pêwîst e de herî kêm du sal perwerde, yan du sal tecrûbeya xebatê.

Serketîyên DV bi rêka bernameyeke komputerek rasthatî têne destnîşankirin û derfetê dide ku ew li Amerîka welatî bibin rûniştvan û jîyanek nû ava bikin.

Lê, tevî serlêderên Kurd jî gelek kes gazincan dikin ku ew di pêyvajoya serlêdanê de têne xapandin û rastî sextexarîyan tên ku di encamê de hem perê winda dikin û hem jî agahîyên wan yên taybet têne dizîn.

Gelek raport jî hene ku, hin kompanî bi reklaman dibêjin ku ew di bêrdêla pereyan de, dikarin alîkarîya serlêdana mirovan ya bernameya vîzeya ciharengîyê bikin, heta koçberîya Amerîka jî garantî bikin.

Lê, wezerata derve ya Amerîka dibêje ti bingeha sozên ku ew kompanî didin tuneye û dibejê ku bila ti serlêder bawerîya wan reklaman neke.

Wezaret herwiha bi şewirmendîyeke fermî li ser hewlên sextexarîyan hişyarîyê dide û destnîşan dike ku serlêdana DV bêpere û pir rehet e.

Parêzvana Amerîkî û Kurd Samîra Ghaderî bale dikşîne, wek gelekên din, jiber ku gelek Kurd jî di serladanê de zahmetîyan dikşînin û dibên mexdûr wan sextexarîyan.

“Jibo pêşîgirtin yan kêm kirina van sextexarîyan û mexdûrbûnan divê tedbîrên bi bandortir werin girtin; yên wek vîdyoyên bi zimanên zikmakî gav bi gav serladanê nîşan didin,“ wê ji Dengê Amerîka re got.

Ghaderî ku parêzvana koçberîyê ye, destnîşan dike ku bernameya vîzeya ciharengîyê jibo teşwîqkirina koçberîya qanûnî ya li Amerîka pir girîng e, lê divê pirtir were nasandin û jibo kemanîyên etnîkî tedbîrên taybet werin nirxandin.

“ Bernema DV derfetek pir giring û watedar e. Lê jibo ku baştir bigîhêje armancên xwe divê di warê derfeta wekhev de gavên taybet werin avêtin, bi taybet jibo civakên kemanî wek Kurdan, ku hem derfet û hem jî mafên wan yên giheştina agahîyên bi vî rengî sînordar in. Wezareta derve dikare bernamê wek gelek zimanên din bi Kurdî jî belav bike ku pirtir Kurd bikaribin serlêdanê bikin,“ wê got.

Wezarete derve dîyar kir ku ew her sala darayî, şertên û ravekirinên DV tenê bi zimanê Îngilîzî amade dikin, ku belgeya tekane ya fermî ye.

“Lê, bi gelemperî wergerên nefermî yên bi zimanên din jî têne peyda kirin ku ji serlêderan re bibin alîkar ku ew pêvajoyê çêtir fam bikin. Jimara rastîn ya zimanan her sal dikare biguhere, lê bi gelemperî çend zimanên serekî dihewîne , da ku hewzek cîhêreng ya serlêderan ava bibe, “ wezaretê ji Dengê Amerîka re got.

Kesên ku serketî berîya ku serlêdana vîzeya fermî bikin, divê xercekê bidin balyozxaneya Amerîka û hevpeyvînekî bi serketî derbaz bikin.

Jibo wergirtina vîzeyê, serketîyên DV divê jimareke şertên hêsan lê pewîst bicîh bînin û belgeyên tekildar pêşkeş bikin.

Ew şertena ji alîyê wezareta derve ya Amerîka vê ji niha ve hatine ragihandin.

Di vê qonaxê de, karmendên konsulxaneyê wê dîyar bike ka serlêder jibo vîzeyê mafdar e yan na.

Wezareta derve ya Amerîka wê serketîyên DV di 3’ê Gulanê li ser malpera dvprogram.state.gov eşkere bike, ku serlêder dikarin heta 30’yê Îlonê rewşa xwe bibînin.

XS
SM
MD
LG