Medya Fransî radigihîne ku yek jî cîhadîyên herî xeter yê Fransî Thomas Barnouin, ku endamê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye, ji alîyê YPGê ve hate desteser kirin.
Jêderîn îstixbaratî bawer dikin ku peywendîya Barnouin bi hucreyekê heye ku tê de Mihemed Merah jî heye ku di sala 2012’an de 7 kes li bajarê Toulouse kuştibûn.
Jêderên Kurd didine zanîn ku Barnouin berî 10 rojan, ligel 2 Fransizên din ku dû re bûne Misilman, Romain Garnier û Thomas Collange, li Hesekê hatine desteser kirin.
Medya Fransî bi bîr tîne ku Barnouin endamekî derîn yê DAIŞ’ê ye ku di 2006’an de, ji hêla artêşa Sûrî ve hatbû girtin, dema ew ligel cîhadîyekî din yê Fransî Sabri Essid diçû Îraqê.
Ew her du ji karbidestên Fransî re hatin radest kirin û heta 2014’an li girtîgehê man û heman salê Barnouin bi hevjîna xwe û tevî zarokên xwe çû Sûrîyê.
Hikûmeta Fransî dibêje ku dora 1,700 hemwelatîyên Fransî ji 2014’an vir ve li Îraq û Sûrîyê tev li DAIŞ’ê bûne û 278 ji wan hatine kuştin û dora 302 kes jî veverîn Fransa.