Sekreterê Giştî yê NY topbarana roja Çarşemê ya ser havîngeheke Zaxo ya li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar kir ku tê de 8 sivîl hatibûn kuştin û 23 kesên din jî birîndar bibûn.
Di daxuyanîyê da hat gotin ku Sekreterê Giştî daxwaz dike ku lêkolînek bilez û berfireh li ser bûyerê were kirin ku rewşa li derbarê êrîşê dîyar bikin û berpirsîyê piştrast bikin.
Sekreterê Giştî hevxemîya xwe bo malbatên qurbanîyan dîyar dike û sersaxî dixwaze û hêvî dike ku birîndar di deme herî zû de baş bibin.