Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî ya Minbicê Çi Ye?


Çend demjimêran piştî ku rejîma Sûrî hate roxandin, komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve roja Yekşemê asta êrîşên xwe li ser bajarê Minbicê zêde kir.

Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku koalisyoneke çend mîlîşyayên ser bi Tirkîyê ve ne, ragihand ku ew li çend alîyên bajêr pêşve çûne, lê dema ku pevçûnên giran ligel şervanên Meclisa Minbij ya Leşkerî pêk hatin. Ev nûçe ji alîyê ajansa Anadolu ya Tirkîyê ve hate belavkirin.

Lê Meclisa Minbic ya Leşkerî ku beşek e ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), di daxuyanîyekê de îro Yekşemê got ku şervanên wê hîn li Minbicê bi erkên xwe yên leşkerî radibin û nûçeyên derbasbûna çekdarên ser bi Tirkîyê ve nerast in.

HSD’ê got ku firokên şer yên Tirkîyê avahîyên dezgehên sivîl li Minbicê kirine armanc. Artêşa Tirkîyê derbarê vê yekê ti daxuyanî nedaye.

Minbic, ku li parêzgeha Helebê dikeve, ji sala 2016’an ve li jêr kontrola şervanên HSD’ê ye piştî ku wan bajêr ji mîlîtanên DAIŞ’ê rizgar kiribû. Tirkîye dibêje HSD beşek e ji Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û wê wekî rêxistineke terorîst dibîne.

Nûçegihanekî Dengê Amerîka li bakurê Sûrîyê got ku piştî pevçûnên giran, niha êdî şer hatiye rawestandin. Wî ragihand ku hinek şaneyên razayî li nav Minbicê tevlî şerê dijî HSD’ê bûbûn.

Li dema ku Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ), ku wekî rêxistineke terorîst ji alîyê Amerîkayê v tê dîtin, operasyona dijî rejîma Sûrî berî 11 rojan ragihandibû, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî yên ser bi Tirkîyê ve operasyoneke hevdem li dijî hêzên Kurdan li parêzgeha Helebê destpê kiribûn. Êrîşa Minbicê ya îro beşek bû ji wê operasyonê.

Piştî ketina rejîma Sûrî li Şamê, fermandarê giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî got ku ew yek kêlîkeke dîrokî jibo Sûrîyê ye.

“Ev guhertin derfetek e jibo avakirina Sûrîyeke nû ser bingeha demokrasî û dadmendîyê ku mafên hemû Sûrîyan misoger bike,” Ebdî ser malpera X ragihand.

XS
SM
MD
LG