Li gorî lêkolîna nû ya ku di kovara Psychological Medicine de hatî weşandin ku dûrxistina ji civakê di qûnaxa mezinbûna mirovan de, bi temenek mejî ve girêdayî ye.
Ev lêkolîn girîngiyê dide têkiliyên civakî ji bo tenduristiya mêjî nîşan da.
Sedema vê lêkolînê ew bû ku lêkoleran dîtiye ku dûrxistina ji civakê bûye sedemek serkî ji gelek nexweşiyan wek nexweşiya dil, nexweşiyên derûnî, tûşbûnên dinê yên nexweşiyan û heta mirina zû ya mirovan jî.
Wan xwest ku lêkolînan berfirhetir bikin li ser bandora bitenêbûnê û veqetandina ji civakê li ser tenduristiya mirvovan û bi taybetî jî li ser mejî.
Nivîskarê lêkolînê Roy Lay-Yee, lêkolînerê payebilind li Zanîngeha Auckland dibêje: "Ez pir guhdanê bi pêwendiyên civakî bi tenduristiya mirovan re dikim û bandora wê li ser jiyana mirovan, ger girêdan bi civakê re hebe ew dema mirova geş e û bandorek erînê li mejî û laş jî dike, ger nebe ew bandorek neyînî xerab li ser mirovan dike".
Lîkoleran ev lêkolîn dabeşî 4 cûreyan kirin li gorî rewşa dûrbûna ji civatê û bitenêbûnê ji temenê zaroktiyê heta temenê gihştinê.
Girûpa 1- Kesên ku tu carî ji civakê dûneketine û bitenê nemane.
Girûpa 2- Zarokanê bitenê mane.
Girûpa 3- Mirovên mezin û têgihştî ku di zaroktiya xwe de di nav pêwendiyan de bûn lê dema ew mezin bûn êdî dûrî civakê ketin û bitenê man.
Girûpa 4- Zarok û Mezinên ku bi berdewamî ji civatê dûr mane.
Li gorî lêkolînê diyar bû ku temenê kesên ji zroktiyê ta mezinbûna xwe bitenê mane û ji civakê dûr mane. temenê mejiyê wan bi 1,73 mestire ji kesên ku di nav civatê û bi pêwendî jiyan e.
Ev lêkolîn nîşanek girîng dişîne malat û civakê , ku çend girîng e ku pêweniyên kesan di nav civakê de hebe û bitenê nemîne, ji ber ku tenduristeyk baştir saz dibe û civak jî aram û tendurist dibe.