Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlaman Tirkîyê ji Zimanên Din re Vekirî, ji Kurdî re Girtî Ye


Berî çend rojan parlamanterê Partîya Çep ya Kesk (YSP) Omer Ocalan di preskonferanseke de li parlamentoya Tirkîyê bi Kurdî axifî. Jiber wê yekê di derheqê wî de zabitname hate nivîsîn.

Sekreterê Giştî yê Komela Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban ji Dengê Amerîka re got ku ev helwesta parlamanê dijî demokrasîyê ye.

“Mafê ziman mafekî xwezayî yê mirovahîyê ye. Lê di sedsala 21’emîn de hîb jî li nav parlementoya Tirkîyê li hember Kurdî qedexe heye. Axaftinên parlementeran tên astengkirin. Ev dijî demokrasî û mafên mirov e û pêkan nîne were pejirandin.”

Di meclîsa Tirkîyê de ji bilî zimanê Tirkî, zimanê Înglîzî, Fransî, Almanî, Rûsî û Erebî tên bikaranîn, lê zimanê Kurdî hîn jî di pêgirtên meclîsê de wek zimanê nayê zanîn, anku (X) tê nivîsîn.

Kuçukbalaban, radigîhîne ku dema Zimanê Kurdî wek zimanê (X) tê nivîsîn welatî recîde dibin û dilê Kurdan diêşîne. Ew bal dikşîne ser pirsgirêka Kurd û didezanîn ku heke ev nêzîkbûn li hemberî Kurdan neyê gorandin çareserkirina pirsgirêka Kurd jî ne pêkan e.

“Pirsgirêka ziman û pirsgirêka Kurd ji hev û din ne cûda ne. Dema em temaşe dikin, bi taybet di bin sîvana meclîsê, di bin sîbana vêna gel de ev astengîyên ku li hemberî zimarê Kurdî tên derxistin gel rencîde dike û Kurdan tune dihesibîne” got Kuçukbalaban.

Axaftina Omer Ocalan 13 deqe Kurdî hatibû kirin. Ocalan girtina zabitê ji Denge Amerîkayê nirxand û axaftina bi Kurdî wek pêwîstîyekê nîşan da.

“Min daxuyanî bi Kurdî da. Ev pêdivî bû. Serokomar Erdogan behsa makezagoneke nû dike. Me jî hin daxwazên xwe anî ziman. Lê min paşê di çapemenîyê de dît ku li ser vê axaftina min zabîtname girtine. Di demên berê de jî ez li vir bi Kurdî axivîbûm, lê tiştekî wiha nebûbû.”

Di derheqa Omer Ocalan de jiber axaftina wî di parlamanê de ji 60 zêdetir fezleke hatine amadekirin. Sedema van hemû fezlekeyan jî Ocalan bi pirsgirêka Kurd ve girêdide.

“Di sedsala Tirkîyê de em dibînin ku Tirkîye li hemberî zimanê Kurdî dijminatîyê berdewam dike. Ev yek jî nîşan dide ku di karakterê dewletê de ti tiştek naguhere. Lê em jî ji doza xwe dê ti gavên paşve navêjin,” Ocalan got.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Omer Ocalan salek berê jî di kursîya parlamentoyê de gotibû, “Kurdî wê bibe zimanê resmî yê vî welatî”. Li ser vê yekê jî ji alîyê AKP, MHP û Partîya Baş ve bertekên tund hatibîn dayîn.

ED_06_10_2023_Kurdî_Bertek
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00
XS
SM
MD
LG