Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konsertên Taylor Swift li Viyena jiber Gefeyên Êrîşeke DAIŞ Hatin Betalkirin


Desthilatên Awustryayê îro Pêncşemê ragihand ku alîgirekî 19 salî yê koma terorîst DAIŞ plan dikir êrîşeke xwekuj li konserteke hunermenda Amerîkî Taylor Swift li Viyenayê pêk bîne.

Ajansa îstixbarata xwecihî ya Awustryayê (DSN) got ku ji bilî bergumanê serekî, bergumanekî din yê 17 salî hatiye girtin.

Rêvebirê DSN, Omar Haijawi-Pirchner, di preskonferansekê de got ku bergumanê 19 salî mikur hatiye ku wî plan dikir êrîşekê bi kêr û teqemenîyan pêk bîne.

“Armanca wî ew bû ku xwe û hejmareke mezin ya xelkê di dema konsertê de bikuje… yan îro yan jî sibe,” wî got.

Li ber bû stiranbêja Amerîkî Swift çend konsertan ji Pêncşem heta Şemîyê li Viyenayê pêk bîne. Hemû konsert di kêlîka dawî de hatin betalkirin.

Stadyuma Ernst Happel li Viyena, cihê ku biryar bû konsertên Taylor Swift lê hatibana lidarxistin.
Stadyuma Ernst Happel li Viyena, cihê ku biryar bû konsertên Taylor Swift lê hatibana lidarxistin.

Li gor Haijawi-Pirchner, bergumanê 17 salî welatîyekî Awustryayî ye ku li stadyuma ku wê konsert lê çêbûba, kar dikir.

Desthilatdar dibêjin ku teqemenî û alavên teqandinê li mala bergumanê serekî hatine dîtin.

Franz Ruf, rêvebirê ewlekarîya Awustryayê, got ku bergumanê serekî welatîyekî Awustryayî ye ku bi esil ji Makadonyayê ye û yê din jî bi esil yan Tirk e yan jî Kroatî ye.

Heta niha stêra Amerîkî ti daxuyanî derbarê betalkirina konsertan nedaye. Dihate çaverêkirin ku 65 hezar kes beşdarî her yekê ji konsertên Swift li Viyenayê bibin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG