Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI: Tawanên Kîndarîyê li Amerîka Zêde Dibin


Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) ragihand ku tawanên kîndarîyê par li Amerîka zêde bûne.

FBI’yê îstatîstîkên salane ya tawanên kîndarîyê weşand. Li gor raporê, di sala 2016’an de 6121 bûyerên ku tawanên nefretê tên qebûl kirin rû dan. Di sala 2015’an de 5850 tawanên kîndarîyê hatibûn rapor kirin. Bi vî awayî eşkere bû ku di salekê de, rêjeya tawanên kîndarîyê 4,6 ji sedê zêde bûye.

Di sala 2015’an de rêje 7 ji sedê zêdetir bûbû. Îstatîstîka dawî dîyar dide ku ji 2004’an vir ve, cara yekê du sal li pey hev tawanên kîndarîyê zêde dibin.

Rapor nîşan dide ku tawanên kîndarîya yên dijî hin pêkhateyan bi awayekî berçav zêde bûye. Tawanên dijî mirovên trans 44 ji sedê, yên dijî Ereban 38 ji sedê û yên dijî Misilmanan jî 19,5 ji sedê zêde bûn. Tawanên kîndarîyê yên dijî sipîyan 17,5 ji sedê pirtir bûn û yên dijî Latînan jî 15 ji sedê.

Tawanên kîndarîyê yên dijî Cihûyan 3 ji sedê zêdetir bûne û yên dijî reşikan jî 3 ji hezarê kêm bûn.

FBI ji 1992’an vir ve daneyên tawanên kîndarîyê berhev dike û par tawanên dijî Hindu, Sîhan û Ereban xistibû nav vekolînên xwe.

Îstatîstîkên tawanên kîndarîyê salek paşde tên şopandin û tenê tawanên ku hatine rapor kirin dikevin nav îstatîstîkan. Tê texmîn kirin ku hejmara rastî ya tawanên kîndarîyê hîn zêdetir e.

XS
SM
MD
LG