Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Sîyaseta Kurdan li Tirkîyê di Çi Astê de Ye?


Bernameya “Mijarê Rojê” vê carê rewşa sîyaseta Kurdên li Tirkîyê gotûbêj dike. Mêvanên bernameyê ev in: Parlamenterê DEM Partî Sînan Çîftyurek û nivîskar Menderes Înanç.

Çîftyurek dibêje ku DEM Partî di hilbijartinên şaredarîyê yê 30’ê Adara 2024’an de gelek deng hinda kirine.

Sînan Çîftyurek, Parlementerê DEM Partî yê Wanê
Sînan Çîftyurek, Parlementerê DEM Partî yê Wanê

“DEM Partî, şaredarîyên ku li ser qayum hatibûn danîn, hemî paşve girtin û di vî warî de serketî bû. Lê, mixabîn di vê hilbijartinê de gelek dengê xwe jî kêm kirin. Di pêşhilbijartinan de hin kêmahî hebûn û di îtifaqa ku bi çepa Tirk û partîyên Kurdistanî re de hin pirsgirêk hebûn.”

Çîftyurek bawer dike ku dewlet dixwaze bi gefa qayuman rojeva Kurdan mijûl bike.

“Jibo Kurdan qayum û tecrîda ser Ocalan gelek girîng e. Piştî dîyarkirina qayuman DEM Partî bi awayekî dijwar li hemberî vê biryarê derket. Ez vê yekê pir girîng dibînim. Lê, dikarim bibêjim ku dewlet bi qayum û tecrîdê dixwaze ku rojeva Kurdan kontrol bike û nehêle ew bi mijarên din re eleqeder bin.”

Menderes Înanç, Nivîskar û Sîyasetmedar.
Menderes Înanç, Nivîskar û Sîyasetmedar.

Nivîskar Înanç jî balê dikişîne ser tengbûna sîyaseta DEM Partî û dibêje ku ew partî di nav qayum û tecrîdê de diçe û tê.

“Ev xefika dewletê ye. Divê sîyaseta Kurd vîzyona xwe berfireh bike. Dijberîya qayuman helbet girîng e, lê tenê di vê derê de bisekine û li ser tiştekî din eleqeder nebe wê gavê jî dikeve nav xefika dewletê.”

Înanç îdia dike ku di demên dawî de gelek xebatkarên sîyaseta Kurdî bi awayekî erzan ji qada sîyasetê hatine dûrxistin.

Dirêjahîya bernameyê ser lînka jêrîn guhdarî bikin.

Mijara Rojê: Rewşa Sîyaseta Kurdan li Tirkîyê di Çi Astê de Ye?
please wait

No media source currently available

0:00 0:55:31 0:00
XS
SM
MD
LG