Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Talîbanê îro Çarşemê xwendekarên keç vegerandine malê.
Talîbanê dîyar kir ku heta ku li gor rêzikên Îslamî sîstema nû çêdibe ewê xwendekarên keç neçin dibistanê.
Reutersê da zanîn ku li 3 lîseyên Kabul ya paytext xwendekarên keç bi girî ji dibistanan derketine.
Wezareta Perwerde ya Afganistanê hefteya borî dîyar kiribû ku dibistanên li seranserê welêt dê vekirî bin û gotibû ku xwendekarên keç jî karin bixwînin.
Lê, ajansa dewletê ya Afganistanê Bahktar News îro Çarşemê dîyar kir heta bi çanda Afgan û bi rêzikên Îslamî sîstemeke nû çêdibe ewê xwendekarên keç nikaribin herin dibistanê.
Bahktar News da zanîn ku heta emreke nû dibistan bo keçên ji pola 6an jortir û yên di astên lîseyê de girtî ne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara ser xwendekarên keç şermezar kir.
Talîbanê ji sala 1996an heta 2001an jî, ku wê çaxê li desthilata Afganistanê bû, dibistan li xwendekarên keç qedexe kiribû.