Hat ragihandin ku li bajarê Stenbolê yê herî mezin yê Tirkiyeyê li kolana Îstîqlalê li herêma Taksim teqînek pêk hat û di encamê de gelek kes birîndar bûn. heta niha ne diyar e kanê kuştî hene yan na.
Li gorî agahiyên herêmî, roja Yekşemê li navenda Stenbolê teqînek pêk hat û herî kêm 11 kes birîndar bûn.
Vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin, di nav ziyanên teqînê de gelek kes li erdê ne. Di dîmenan de hat dîtin ku ambûlans û polîs hatin cihê bûyerê.
Raporên çapemeniya Tirk diyar kirin ku teqîn demjimêr 1:30 li gor demê navxweyî yê Tirkiyê pêk hatiye.
Peymanerê Dengê Amerîka, ji Stenbolê da zanîn ku peqîna pêkhatî, peqînek mezin bû û li gor pêzanînên ne fermî herî kêm 15 kes birîndar bûne.
Piştî peqînê tîmên agirkuj, ambulans û polîs derbasî cihê bûyerê bûn û polîsan rêyên dikeve kolana Îstîklal’ê jibo çuyînûhatinê girtin.
Li ser medya civakî hin dîmenên piştî peqînê hatine belavkirin tê de xuyakirin ku hejmarek zêde birîndar hene.
Hêjayî gotinê ye li ser peqînê Walîyê Stenbol’ê Alî Yerlîkaya jî dîyar kir ku “Piştî peqînê kuştî û birîndar hene.”
Lê Yerlîkaya ser sedama peqînê ti agahî neda û wî got “Raya giştî wê piştre were agahdar kirin.”
Kolana Îstîklalê ji navçeya navendî ya Beyogluyê derbas dibe ku gelek rûniştvanên biyanî lê dijîn û ciyekî balkêş yê turîstan e.
Vîdyoya ku di dema teqînê de li ser înternetê hate weşandin nîşan dide ku pêlek agir li kolana qelebalix derdikeve û xelkê ji tirsan bi kolanan de direvin.