Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tajani Dibêje Ew Dixwaze Pirtir Xwendekarên Afrîqayî Werin Îtalya


Antonio Tajani
Antonio Tajani

Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani îro Pêncşemê got ku ew dixwaze ku pirtir xwendekarên Afrîqayî werin welêt.

Gotina Tajani ya Partîya Forza ku rastgira navîn e, dikare girjîya koalîsyona Îtalya ya ser koçberî û mafên hemwelatîbûnê gur bike.

Forza ji hikûmetê xwest ku ser dayîna mafê hemwelatîbûnê ya jibo kesên beşeke mezin ya perwerdeya xwe li Îtalya dîtine danûstandinê bike.

Partîya Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni, Birayên Îtalya û Partîya Lîg ya Matteo Salvini, ku li koalîsyonê du partîyên tundrê yên rastgir in, dijî pêşnîyara partîya Tajani disekinin.

Tajani dîyar kir ku divê li welêt hejmara xwendekarên Afrîqayî yên perwerdeyê dibînin zêdetir bikin.

Wezîr Tajani ew gotin dema ku ser projeyeke Îtalya ya jibo welatên Afrîqa diaxifî kir.

Ew plan wek Plana Mattei tê zanin û Tajani ew proje şiband Plana Marshall ku Amerîka wê bi piştî Şerê Cîhanê ya Duyê piştgirî da aborîyên dewletên Ewrupa.

Li Îtalya li gor dewletên din yên Yekîtîya Ewrupa (YE) kêmtir bîyan pewerdeyê dibînin.

Agahîyên enstîtuya îstatîstîkên Îtalya, ISTAT nîşan didin sala 2022’yan ku Fransa jibo 105,000, Almanya jibo 70,000 û Îtalya jî jibo 25,000 kesên bîyan destûra xebatê dane.

ISTAT dibêje dibe ku jiber kêmbûna rêjeya karanîna Îtalyanî di qadên navneteweyî de û dijwarbûna dîtina kar li Îtalya xwendevanên bîyan li welêt kêm in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG