Amed —
Îro Çarşemê rûniştina 10'an ya Doza Tahîr Elçî tê dîtin ku çaverê ye ku ev rûniştina dawîn be. Dozger ji dadgehê daxwaz kir ku her sê polîsên gumanbar bê sûc werin dîtin.
Elçî, dema serokê Baroya Amedê bû, bi daxuyanîyekê dixwest bal bikşîne ser zîyana şerê navbera şervanên PKK'ê û polîsan û ew hinge di nava pevçûnan de mabû û hate kuştin.
Elçî, berî ku were kuştin di bernameyeke CNN Turkê de gotibû ku 'PKK ne rêxistineke terorî ye, lê ew encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Piştî wê daxuyanîyê gefên mirinê li wî hatibûn xwarin û dijî wî doz hatibû vekirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku ji welatên cuda ji baroyan bi dehan parêzer jibo parastina dawîn li Amedê ne.