Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku li bajarvanîyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî, ku di bin rêvebirîya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de ne, qayum hatine danîn.
Bi danîna qayuman Bajarvanê Mêrdînê Ahmet Turk, Bajarvanê Xelfetî Mehmet Karayılan û Bajarvana Êlih (Batman) Gulistan Sonuk ji kar hatin dûr xistin.
Li gor daxuyanîya Wezareta Navxweyî sedema dûrxistina bajarvanan ‘’tedbîrên demkî’’ ne.
Wezaret dîyar dike ku Ahmet Turk jiber 10 sal cezaya girtîgehê ya di Doza Kobanê de ji kar hatiye dûr xistin û doz û lêpirsînên dijî wî wek sedem hatin nîşan dan.
Jibo sedemên Bajarvana Êlihê Gulistan Sonuk û Bajarvanê Xelfetî Mehmet Karayılan jî di daxuyanîyê de wek sedem cezayên wan yên girtîgehê yên jiber ‘’endamtîya di rêxistina terorî ya çekdar’’ û hin doz û lêpirsînên din hatin gotin.
Bi fermana Wezareta Navxweyî li Mêrdîn û Êlihê walîyên wan bajaran û jibo Xelfetî jî qeymeqamê wî bajarokî hatiye erkdar kirin.
Ahmet Turk ji X’ê dîyar kir ku ewê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Wî got ku ewê nehêlin ku îradeya gel were xesp kirin.
Gulistan Sonuk jî dîyar kir ku şaredarî yên gel in û ewê rê nedin talankirina wan.
DEM Partî ser erkdarkirina qayuman daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Wê partîyê di daxuyanîyê de got ku ew li bendê bûne ku jibo aştî û çareserîyê dest were dirêj kirin, lê dest danîne ser îradeya gel.
Jêder: Ajansa Mezopotamya, NTV