Roja şemiyê, li herêma Hierro ya li başûrê Fransayê, teqînek li ber kinîşteyekê (Sînagoga) cihûyan rû da, di bûyerê de ku rayedarên herêmî weke "êrîşeke zelal ya tawankarî " binav kirin polîsek birîndar bû.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin li ser hesaba xwe yê platforma “X”ê nivîsîbû ku “ sibeha roja şemiyê, berî saet 9ê sibehê li gor dema herêmî novîsan ku teqînek hat bihîstin. ji kinîşta Beit Jacob li La Grande Motte li herêma Hierro” li başûrê welêt.
Darmanin bûyer wekî "hewildaneke zelal ya tawankarî " bi nav kir.
Li gorî nûçegîhanê kenala Al Hurra ya Amerîkî, hêzên polîs û şaredarê herêmê diyar kirin ku di encama bûyerê de 2 otombîl şewitîne ku di yek ji wan de botleke gazê hebû û di encamê de polîsek birîndar bûye.
Li gorî karbidestekî herêmî di meha Gulana borî de, polîsê Fransî li zilamekî çekdar geriyan ku gef li endamên wê xwarbûn, piştî ku wî agir berda kinîşteyekê li Rouen, li bakurê rojavayê welêt, û "zerareke cidî" gihandbû cihê îbadetê civaka cihû. Wezîrê Karên Hundir yê Fransa ew bûyer weke "kiryareke antîsemîtî" bi nav kir.