Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Mûçeyên Karmendên Sivîl û Leşkerî Duqat Zêde Dike


Dîmeneke ji bajarê Dûma, li Sûrîyê , 19 Hezîran, 2023.
Dîmeneke ji bajarê Dûma, li Sûrîyê , 19 Hezîran, 2023.

DÎMEŞQ — Serokê Sûrîyê Beşar el-Esad ragihand ku mûçeyên karmend û kesên karkenaran wê ji sedî 100 zêde bike, lê hevdem alîkarîyên ser benzînê hatin rakirin.

Di du biryarnameyên derengîya do Sêşemê de, Esad mûçeyên karmendên niha, berê û herwiha yên girêbest duqat zêde kir, ku di xizmetên giştî û leşkerî de xebitîne.

Berîya vê biryara Esad, mûçeyê mehane yê karmendan li gor nirxê Lîreya Sûrî di navbera 10 û 25 Dolaran de bû.

Li gor heman biryarnameyan, mûçeya mehane ya herî kêm di pîşesazîya taybet de jî wek 185 hezar û 940 Lîreyên Sûrî (nêzîkî 13 Dolar) hatiye destnîşankirin.

Aborîya Sûrîyê ji destpêka 2011’an û vir ve hilweşîye, jiber şer û pevçûnên ku bû ye sedama kuştina zêdetirî 500 hezar kesan û koça bi mîlyonan.

Ji alîyê din ve, Wezareta Bazirganîyê ya Sûrîyê doh şeva Sêşemê rakirina tevahîya alîkarîya ser benzînê û rakirina qismî ya alîkarîya ser mazotê dîyar kir.

Bi vê biryarê nirxê benzînê ji 3 hezar Lîreyên Sûrî, derketîye 8 hezar Lîreyên Sûrî û nirxê mazotê jî ji 700 Lîreyî Sûrî derketîye 2 hezar îreyên Sûrî, li gor ragihandina wezaretê,

Li gor malperên nefermî yên çavdêrîyê, Dolarê Amerîkî îro Çarşemê bi 14.3 Lîreyê Sûrî tê firotin ku rêjeya fermî 8.542 ye.

Lîreyê Sûrî ji destpêka şer û vir ve bi rengekî berbiçav piranîya nirxê xwe winda kiriye, dema ku berê nirxê wê li hember dolarê 47 bû.

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) gelemperîya şênîya li Sûrîyê di nava xizanîyeke mezin de ne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG