Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor jibo Vegera bi Mîlyonan Pênaberên Sûrî yên li Tirkîyê Çi Dibêjin?


Piştî rûxandina rêjîma Esad, li Tirkîyê cîhê meraqêye ku dê nêzîkî 3 mîlyon penaberên Sûrî çawa vegerin welatê xwe.

Li gor pisporan, jibo ku penaber bi awayekî ewle vegerin Sûrîyê saleke zêdetir dem pêwîst dike.

Serokê Navenda Lêkolînên Koçberî û Îltîcayê (ÎGAM) Metîn Çorabatir, ku li Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî de cî girtîy, ji Dengê Amerîka re vegera pênaberên Sûrî nîrxand. Li gor Çorabatir jiber metirsîyên herêmê jibo vegera wan demek dirêj pêdivîye:

“Li hinek deveran nakokî berdewam dikin û hîn jî valahîya hikûmetê heye. Wekî din, li qadê gelek hêman hene ku dikarin jîyana mirovan bixe xetereyê. Bombe û mayinên neteqîyayî hê ji metirsîyê pêk tînin. Di van şert û mercan de, prensîbên bingehîn yên ku jibo vegera penaberan standardên navnetewî hene, gerek di ber çavan re were derbaz kirin.”

Çorabatir jibo vegera dilxwazî, ewle û bi rûmet jî wiha dibêje:

“Lê, jibo ku ev perensîb bên bicîhanîn, divê veger bê plankirin û bi alîkarîyên piştgirî bên kirin. Ger hawirdoreke bi wergirtina alîkarîyan bi awayekî hevrêz were amade kirin, vegerandina penaberên Sûrîyê piştî sal û nîv yan jî du sal dikare pêk were.”

Li gor daxuyanîya Wezîrê Derva Alî Yerlîkaya heta 30’ê Mijdara 2024’an li Tirkîyê bi giştî 4 mîlyon û 171 hezar bîyanî hene. Dabeşkirina van kesan wiha ye: 2 mîlyon û 938 hezar kes Sûrî ne, 1 mîlyon û 31 hezar kes xwedîyê destûra rûniştinê ne, 201 hezar kes di bin parastina navnetewî de ne.

Li gor daneyên wezaretê, penaberên Sûrî yên ku li Tirkîyê dijîn piranîya wan yên Helebê ne û 1 mîlyon û 247 hezar û 432 kes tê dîyar kirin. 189 hezar û 673 ji Îdlib, 107 hezar Dêrezor û yên din cûr bi cûr yên bajarên Sûrîyê tên eşkere kirin. Di sala 2016’an heta 2024’an jî tê dîyarkirin ku 11 hezar û 453 penaberên Sûrî vegerîne welatên xwe.

Piranîya penaberên ku ev 15 sale in li Tirkîyê dijîn li vê derê jîyanek ava kirine. Jiber ku zarok û ciwan li dibistanên Tirkî perwerdeyê dibînin, Erebî wek zimanê duyê bi kar tînin. Ev yek, nifşek ku Sûrîyê nedîtîye û weke welatekî bîyanî dibîne ava kirîye.

Kordînatora Giştî ya Komela Cîhan Mala Me Ye Burçak Sel, ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew kesên ku li Tirkîyê jîyan pêk anîne naxwazin êdî vegerin Sûrîyê.

“Nêzîkî 15 sal, yanî nifşek debas bûye. Nifşeke heye ku qet wî welatî nas nakin û wî welatî wek welatekî xerîb dibînin û gelek ji wan ciwan in ku bi Erebî jî nizanin. Dema ku em bi wan cîwanan re dipevyivin, xuya ye ku meyla çûna wir tune ye. Lê helbet, şert û mercên vegerê çêbin, mezinên ku hîn zimanê xwe yê zikmakî diparêzin û bi awayekî dilê xwe li wir hiştine, xwesteka vegerê heye.”

ED_12_13_2024_Penaberen_Suri
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00
XS
SM
MD
LG