Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolana Kurdên Sûrîyê Rexneyan li Tevgera Sîyasî Dike


Derengmayîna destpêkirina qonaxa sêyem ya dîyaloga Kurdên Sûrîyê bûye cihê nerazîbûna kolana Kurdî.

Niştecîyên bajarê Hesekê bi rêya Dengê Amarîka rexneyên tund li tevgera sîyasî ya Kurdên Sûrîyê kirin.

Ebdulxaliq Said ku ji bajarê Hesekê ye, dibêje ew bêhivî ye ji partîyên sîyasî û dibêje ku,”parityên kurd ji ber berjewendiyên xwe yên teng nabine yek."

Tê zanîn ku wezareta derve ya Amerîka di 19ê vê mehê de nûnera teybet ji bo karûbarê Sûriyê dabû diyarkirin û 25ê meha Çile dest bi karê xwe kiriye.

Li gorî daxuanîyên herdû alîyên kurdî PYNK û ENKS, divabe wê demê dîyaloga navxweyî berdewam bikin.

Mihemd Hesên, niştecîyekî bajêr, ji herdu aliyên Kurd dixwaze ku ji hev nêzîk bibin û dest bidin hev da ku karbin mafên kurdan li Sûriyê biparêzin.

Hemada Şêx ku ji niştecîyên kolan Miftîye got :

"Heta girêdanê partiyên Kurd yên Sûrî bi derve re hebe wê diyalog biser nekeve."

Ahmed Hesen ji kolana Tilhecer ya bajêr, hêvî dike ku ev diyalg di demeke kurt de bighêje serî.

Li gorî endama desteya serokatiya PYNKê Sema Begdaş ji Dengê Amarîka re got ew amadekarîyên gera diyalogê ya nû dikin.

Ji hêlekê din ve endamê desteya serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû ku ew bi şandeyeke Amirîkî re civîabûn û di derbarî diyalogê de hin giftûgo kiribûn.

Di ser dema nûnerê Amerîkî yê berê li Sûriyê William Roback her du aliyên kurdî heya 90 ji sedî li ser hin mijarên Siyasî û rêveberî li hev kiribûn.

lê ji ber rawestandina diyalogê demekê dirêj hin nakokî û alozî di navbera her du aliyan de derketin holê.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00


XS
SM
MD
LG