Hêzên Sûrîya Demokratîk, ku Kurd serkêşîya wan dikin û Amerîka piştgirîya wan dike, dorpêçkirina zindana ku çekdarên DAIŞ’ê hewil dabû kontrol bikin, zêde kir.
Di encama şer pevçûnên li derdora zindana Sîna’ayê li bajarê Hesekê bi kêmî 70 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin. Şer roja Pêncşemê destpê kiribû, dema ku mîlîtanan trimbêlek li ber derîyê serekî yê zindanê teqand da ku rê bidin girtîyên DAIŞ’ê ku birevin.
HSD di destpêkê de got ku hewildana girtina ser zindana tenişt taxa Giwêran dikeve têk çûbû, lê paşê pênasîn kir ku girtîyan hinek deverên zindanê kontrol kiriye.
HSD îro Yekşemê ragihand ku 17 şervanên wê di pevçûnên van sê rojan de hatin kuştin. Ev bûyer ya herî kujer bû ku li nav zindana ku bi hezaran girtîyên DAIŞ’ê tê de dimînin.
Pentagon piştrast kir ku koalisyona bi serkêşîya Amerîkayê jibo piştgirîya HSDê êrîşên esmanî li devera şer pêk anî.
Li gor rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW), dora 12,000 çekdarên DAIŞ’ê li cem HSD’ê girtî ne ku di navbera 2,000-4,000 de ji wan ji nêzîkî 50 welatên biyanî ne.