Encumena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê 10ê Tîrmehê jibo dirêjkirina dema mekanîzmeya gihandina alîkarîyên navneteweyî jibo Sûrîyê, deng dide.
Dengdan li ser du projebiryaran tê kirin, ku Rûsya yek pêşkêş kiriye û yê din ya Brazîl û Swîsra ye, di herduyan de dergehên sînor yên jêr kontrola Rêvebirîya Xweser de, girtî dimînin.
Li gor medyaya nêzîkî rejîma Sûrî, di projebiryara Rûsî de mekanîzmeya gihandina alîkarîyan, tenê 6 mehan bi rêya dergehê Bab El-Hawa yê li Îdlibê ku jêr kontrola HTŞê de ye, tê dirêj kirin.
Herwiha projebiryara Brazîl û Swîsrayê ku Amerîka û Yekîtîya Ewropa piştgirî didin wê, dixwaze ku alîkarî bi rêya 3 dergehên sînorî li bakur rojavayê Sûrîyê derbaz bibin û mekanîzmeya gihandinê jibo salekê were dirêj kirin, ku çaver ye Rûsya û Çîn vê yekê red bikin.
Hevserokê nivîsgeha karûbarê derbider û penaberan li bakur û rojhilata Sûriyê, Şêxmûş Ehmed ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew ligel hemû alîyên peywendîdar di têkilîyê de ne jibo vekirina dergehê Til Koçer.
“Me weke Rêvebirîya Xweser ji Amerîka xwest ku bibin alîkar û li NY fişarê bikin, herwiha me hemû sazîyên mirovahî û bi taybet yên karûbarê penaberan agahdar kirine, ku ew bi çavên xwe dibînin çiqas pêwîstî li herêma me bi derbazbûna alîkarîyên mirovî heye, lê mixabin ev mijar pirtir bûye sîyasî”, Ehmed got.
Li gor daneyên Rêvebirîya Xweser 16 kampên fermî li bakur û rojhilata Sûriyê hene, tevî bi dehan kampên berbelav, herwiha nêzî 1 milyon koçber û derbider li herêmê dijîn, ji sedî 20ê wan li kampan e.
Çalakvan dîyar dikin ku venekirina dergehê Til Koçer û negihiştina alîkariyên mirovî jibo bakur û rojhilatê Sûrîyê, bandoreke neyînî li rewşa mirovî li kampan herwiha li jîyana 4 milyon rûniştvanên herêmê, dike.
Derbara bêparhiştina bakur û rojhilatê Sûrîyê ji alîkarîyên navneteweyî, çalakvan û rojnamevan Osama El-Xelef ji bajarê Reqayê got ku, mekanîzmeya navneteweyî jibo bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûrîyê ne wekhev e.
“Di dema ku şandên NY û sazîyên mirovî derbaz bakur rojavayê Sûrîyê dibin herwiha perepêdan jibo wan tê kirin, lê bakur rojhilat ji van tiştan bêpar e, tevî hejmara zêde ya rûniştvanan û pêwîstîya mezin bi alîkarîyan, lê welatên rojavayî guhnadan vê herêmê û biryareke zelal derbarê de nestandine”, El- Xelef got.