Di hevpeyvînek taybet de li gel Dengê Amarîka, hevseroka hikûmeta Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyêagahyên dawî anîn ziman.
Derbarê gefên Tirkiyê ser herêmên rêvebirîya xweser hevseroka hikûmeta Rêvebirîya Xweser Bêrîvan Xalid got bi her şêwîyê Tirkîyê êrîşan xwe didomîne û ew peymanên agirbestê nas nake.
Bêrîvan Xalid bang li netewên yekbûyî, û gerantorên agirbesta Mijdara 2019an kir ku fişarê li Tirkîyê bikin da ku êrîşên xwe rawestîne.
Di berdewamîya axafitina xwe de Xalid bang li gelên herêmê kir ku li derdora rêvebirîya xweser bin, û piştîvanîya wê bikin.
Xalid, ku di nava şandeka rêvebirîya xweser de bû, ku serdana hejmarek welatên Ewrupa kir, bal kişand ser rola Ferensayê di piştîvanîya rêvebirîya xweser de. Serokê Ferensa pêşwazîya wê û şanda Rêvebirîya xweser kiribû.
Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke