Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Pêncşemê radigihîne ku heta niha 4 mîlyon Sûrî, jiber şerê heyî, ji welatê xwe revîne û bûne penaber.
Pêzanînên UNHCR nîşan didin ku di nav 10 mehên borî de mîlyonek û di nav du salên çûyî de jî 2.4 mîlyon pênaber zêde bûne.
Komîserê Bilind yê UNHCR Antonio Guterres got, ew hejmara penaberên Sûrî, di nav salên dirêj de hejmara herî pir e ku ji welatekî qada şer peyda bûye.
Guterres dîyar kir ku tevî ku penaberên Sûrî pêdivîya alîkarî û piştgirîya cîhanê ne, ew mixabin di şert û mercên dijwar de dijîn û rewşa wan xirabtir dibe.
Neteweyên Yekbûyî balê dikşîne ku 7.6 mîlyon Sûrî ku ji welatê xwe neterkandine, li nav Sûrîyê bê cîh û war mane.