Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Ermenî Li Bajarê Hesekê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Dikin


Bi nêzkbûna 8adarê jinên Ermenî li bajarê Hesekê çalakîyek li dar xistin.

Encûmena Civaka Ermeniyan ku nûnertiya pêkhateya Ermen dike ev şahî pêroz kir.

Endama Rêveber ya Encûmena Civaka Ermeniyan Anahît Qasabiyan dibêje, ''Ev çalakî ji aliyê encûmenê ve hatiye amadekirin, ku armanc jê danasîn û parastina rê û resmên filklorî yên civaka Ermenî li ser asta Sûriyê''.

Anahit Qasabiyan
Anahit Qasabiyan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên Ermenî di nava çalakiyên civaka sivîl, beşê leşkerî, û saizyên rêvebriya xweser de kar dikin.

Çalakvana jin ya Ermenî Anûş Teteriyan ku nava xebatên ofîsa jinên Ermenî de kar dike dibêje,''Jinên Ermen di nava hemû sazî û dezgehên Rêvebriya xweser de kar dikin''.

Anûş Teteryan
Anûş Teteryan

Civaka Ermenî weke hemû civakên li bakur û rojhilatê Sûriyê dijîn ziyan ji şerê navxweyê li Sûriyê dîtin.

Nifûsa Ermenîyan li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê dighêje 20 hezaran, ku wek hemû pêkhatîyên Sûrîyê zîyaneke mezin ji şerê navxweyî dîtine.

Tevî vê yekê jinên Ermen berxwe didin û hewldidin xwe birêxistin bikin.

Siyasetmedara Ermen Arin Qesebiyan diyar dike ku “civaka Ermen ji guherînên li Bakur û Rojhilatê Sûiryê dûrneket û di hemû qadan de xwe bi rêxstin kir.”

Arin Qesebiyan
Arin Qesebiyan

Hêjaye bi bîrxistinêye ku di sala 2020an de Encûmena Civaka Ermeniyan hat avakirin, û niha nûnertiya pêkhateya Ermen di nava rêvebirîya xweser dike, her wiha bi kar û barê wê yê civakî û siyasî jî radibe.

Tê zanîn, pirranîya Ermenan li bajarê Helelbê dijîn lê ji ber şerê navxweyî yê Sûrîyê û êrîşên grûpên radîkal li ser Helebê pirranîya Ermenan koçberî derveyê Sûrîyê bûne.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG