Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cotkarên Bakur Rojhilatê Sûrîyê ji Buhayê Genim Nerazî Ne


Rêvebirîya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ragihand ku ewê îsal her kîloya genim bi 31 sentan, anku bi 310 dolaran jibo tonekî, ji cotkaran bikire.

Piştî destnîşankirina buhayê kirîna genim, gelek bertekên nerazîbûnê derketin. Hin cotkar dibêjin ku ev buha pir hindik e û bi lêçûnên wan xerc kirine re nelihevhatî ye.

Ahmed Mustefa cotkarekî ji Kobanê ye nerazîbûna xwe ji buhaya destnîşankirî wiha tîne ziman, “Lêçûnên batoz, çiwal û barkirinê ji 400 dolar pirtir e, eger em bi ser de lêçûnên cot, semad û derman jî bijmêrin, beşekî mezin ji berhemê tê xwarin, ev yek çawa dê têra cotkaran bike, ma ewê biryara buhayê standiye, ev lêçûn berçav negirtine”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêvebirîya Xweser sala par 2023an kîloya genim bi 43 sentan kirîbû, ku berhema herêmê mîlyonek û 200 hezar ton derbez kiribû, herwiha çaverê ye ku îsal berhem hîn pirtir be.

Li ser torên medya civakî gelek nêrînên nerazîbûnê derketin, ku buhayê kirîna genim îsal ji ya sala par kêmtir e lê lêçûn zêdetir in, ev yek jî dibe sedem ku cotker zerarmend bin, loma daxwaza lêvegera buhayê tê kirin.

Endezyarê Çandinîyê Îsa Şêx Îsa balê dikşîne ku çandinî jêdera sereke ya pêjîyana gelê herêmê ye û divê piştgirîya cotkaran were kirin.

Îsa Şêx Îsa
Îsa Şêx Îsa

“Em hêvî dikin ku lêvegerek li biryarê çêbibe, pirtir li ser nirxê kirîna genim ji cotkaran were rawestandin û daxwaza cotkaran berçav bê girtin, çimkî buhaya genim wiha bimîne cotkar zerarê dibînin û dê nikanibin sala bê karê xwe berdewam bikin, ez dibêjim ku buhaya guncaw divê ne kêmtirî 35 sentan be”, Şêx Îsa dibêje.

Hikûmeta Sûrî ji alîyê xwe ve buhayê kirîna kîloya genim îsal bi 5 hezar û 500 lîrayan anku 36 sentan, destnîşan kiriye.

Pispor dîyar dikin ku, eger nirxê dirava Sûrî weke niha bimîne, anku her dolarek bi 15 hezar lîrayan, ev tê wateya ku buhaya genim li cem hikûmeta Sûrî dê ji ya Rêvebirîya Xweser bilindtir be.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG