Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed Dibêje Hewlên Vegerandina Peywendiyên Bi Tirkiyê Re Ti Encam Nedane


Serokê Sûriyê Beşar el-Esed li Şamê li Parlemana Sûriyê axivî
Serokê Sûriyê Beşar el-Esed li Şamê li Parlemana Sûriyê axivî

Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed roja Yekşemê dîyar kir ku di hewlên jibo sererastkirina peywendîyên bi Tirkîyê re heta niha ti encameke berbiçav derneketiye holê.

Esed di gotareke de ji parlemana Sûrîyê re ev daxuyanî da, ku behsa hewlên lihevkirinê yên Rûsya, Îran û Îraqê kir.

"Hewlan ti encam nedan ku hêjayê gotinê bin, tevî rijdbûn û dilxwaziya rastîn ya navbeynkaran," Esad got.

Tirkîyê di 2011’an de piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûrîyê, peywendîyên bi Şamê re qut kir û piştgirîya serhildêrên çekdar dike ku dixwazin Esed têk bibin.

Esad wan komên serhildêr wek terorîst dibîne.

“Çareserî vebûn e. Jibo serrastkirina peywendîyekê, pêşî hewce dike ku sedemên ku bûne sedema têkçûna wê werin rakirin," wî got.

Serokê Sûrîyê eşkere kir ku her çend ew dixwazin hêzên Tirkîyê ji Sûrîyê vekişin jî, jibo gotûbêjan ev yek ne şertê pêş bû.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di destpêka Tîrmehê de gotibû ku ewê "her dem" vexwendnameya Esed hazir be, jibo danûstandinên pêkan bi armanca serrastkirina peywendîyên her du welatan.

Rojnameyeke Tirk jî berîya niha ragihandibû ku Erdogan û Esed dikarin di Tebaxê de bicivin, lê dîplomatekî Tirk ew nûçe red kiribû.

Rûsya hewl dide ku jibo hevdîtina Erdogan û Esad navbeynkarîyê bike ku peywendîyan wan serrast bibin.

Îraqê jî di Tîrmehê de got ku pêkan e ku ew hewl bide, da ku her du rêberan li hev bîne

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG