Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: HSDê Çar Milîsên Ser Bi Îranê Ve Girtin


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov(SOHR) ku bingeh li Londonê ye got ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyonek serdegirtinê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk anî, û çar kes ji bajarokê Sweydan bi tawana “ji milîsên xwecihî yên ser bi Îranê ve” girtin, û birin navendeke ewlehiyê û çarenivîsa wan ne diyar e.

Herêmên gundewarê Dêra Zorê bûne cihê êrîşan di navbera HSDê de li aliyekî û çekdarên xwecihî yên ser bi Îranê û hêzên rejîma Sûriyê li aliyê din, û ev êrîş bûne sedema têkdana aramî û ewlehiyê li herêmê.

Di 16ê Tebaxê de, SOHR ragihand ku endamên dewriyeyeke HSDê avêtin ser gelek malan li devera El-Etal li bajarokê El-Şuhêl li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, di nava firîna dronan li ser herêmê de.

Di nûçeyek din de SOHRê got ku çekdarên şaneyên Daişê êrîşî xaleke kontrolê ya HSDê kir li devera di navbera bajarokên Şehil û El-Heweyc li rojhilatê Dêra Zorê, ku tê de endamekî HSDê hat kuştin û hinekên din jî birîndar bûn, berî ku çekdar bi motorsîklêtê birevin, piştî şer û pevçûnan.

Di heman çarçoveyê de HDSê rê li nêzî benda kontrolê birî û bi saetan rê li derbasbûna şêniyan girt û dest bi kontrolkirina motorsîkletan û lêgerîna wan kir.

SOHRê ji destpêka sala 2024an ve 236 operasyonên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine pêkanîn, di nav de êrîşên çekdarî û teqînên ku hêzên leşkerî û ewlehiyê dikin armanc, li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de belge kirine.

Çavkanî: SOHR

XS
SM
MD
LG