Roja Înê, hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bidawîhatina "Operasyona Birûska Cizîrê" ya ku şaneyên dewleta îslamî "Daiş" kiribûn armanc, ragihand û HSD got ku ew derbasî qonaxa "Operasyonên Taybet” bû.
Di dawiya hefteya borî de HSD destpêkirina operasyona "Birûska Cizîrê” li gundewarê Hesekê û Qamişlo, li bakurê Sûriyê, ji bo şopandina şaneyên Daişê ragihandibû.
HSDê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de got: “operasyonê 8 rojan berdewam kir ,55 gund û mezre li Hol, Til Hemîs û Til Birak hatin paqijkirin, ji bilî hin xalên sê bajarokan û her wiha deverên berfireh ên sînorê Sûriyêû Îraqê.”
HSDê diyar kir ku di encama operasyonê de gelek encamên berçav hatin bidestxistin.
HSD bal kişand ku Daişê sûd ji êrîşên Turkîyê yên vê dawîyê wergirt û hewl da hebûna xwe zêde bike û li bejahîya nêzîkî sînorê Sûriyê û Îraqê tev bigere, bi taybetî li Hol, Til Hemîs û Til Birak.
HSD got, "Di dema dawî de hêzên me dest danîn ser gelek çek û amûran û gelek êrîşên pîlankirî ku ji wan deveran hatibûn amadekirin pûç kirin."
Berpirsê ragihandina YPGê Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku piştî qedandina oprasyonê û ser bingeha agahîyên ku ji oprasyonê hatin girtin dê oprasyonên taybet ser şaneyên Daişê berdewam bin.
Wî got,"Piştî rêgirtina ber êrîşên pîlankirî yên şaneyên DAŞê dê di qonaxa diwemîn de hêzên taybet yên HSD dê wê çalakîyên taybet ser bingeha agahîyên ku ji Oprasyonê hatin girtin berdewam be."
Şopîner bawer dikin ku Daişê tevî kuştina hejmarek serkirdeyên wê, hîn gefeke mezin e li cîhanê.
Dilbirîn Xelo bawer dike ku Daiş derbasî qonaxek nû bûye ku hewl dide ji alîgirên xwe re hêza xwe nîşan bide, bi taybetî piştî kuştina 3 xelîfeyên vê rêxistina terorîst.
"Daiş li Sûrîyê û Îraqê bihêz dibe. Tevî kuştina lîderên wê, karîna wê ya pêkanîna êrîş û tevlîkirinê hîn heye."
Li gorî HSD, 3 terosîstên ku di destpêka sala 2022 an beşdarî êrîşa Daişê ya ser girtîgeha Sînai li Hesekê bûn, di oprasyona Birûska Cizîrê de hatin girtin.
HSD amarên oprasyonê eşkere kirin û got ku hêzên wan di oprasyonê de 154 endam û alîgirên şaneyên Daişê girtin.