Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Operasyonên Dijî Wê, Daiş Li Sûriyê Bihêz Dibe


Grûpa dewlata Îslamî Daişê êrîşên xwe ku li Sûrîyê, Îraq û deverên Afrîqa û Asyayê pêkanîbûn di rojnameya xwe Elnebe ya dicîtal de ragihandin.

Daişê êrşa Li herêma El-Sicr a gundewarên bakurê Dêra Zorê li dijî HSD û kualisyonê girt ser milê xwe.

Daişê her wisa eşkere kir ku şeş êrîş li dijî artêşa Îraqê pêk anîn û 15 êrîş li rojavayê Efrîqayê pêkanîn e.

Di heman çarçoveyê de, hêzên ewlekarîya hindrîn (Asayîş) roja Pênşemê ragihand ku di encama 3 oprasyonên cûda de li dijî du şaneyên Daişê li Dêrazorê hejmarek çekdarên Daişê girtin û hejmarek kuştin.

Berpirsê ragihandina Asayîşê Ebdelah Sedûn ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku:

“Di hefteya bûrî de hêzên Taybet H.A.T di sê operasyonên ewlekarî de li gundewarê Dêrazorê 2 emîrên Daişê û endamekî şaneyên wê girtin."

Şopîner bawer dikin ku li herêmên HSD, şaneyên Daişê di bin fişarek ewlekarî de ne.

Li gorî amarên HSD ku di 3 mehên destpêka 2023 yan, Daişê 35 êrîş dijî hêzên wan pêkanîn. Di heman dema destnîşankirî de, HSD 61 oprasyonên pêşwext dijî şaneyên Daişê pêk anîn.

Emced Kurdo Şagirtê Peymangeha Rojava ya rojnamegerîya tûndîyê bawer dike ku

"Oprasyonên HSD û Kualisyonê dijî şaneyên Daişê, oprasyonên pêşwext in, anku rêgirtina ber êrîşan e."

Li gorî birêz Kurdo ku Daişê di heyama sê mehên destpêk yên vê salê de, pîlana 96 êrîşan kiribû, 61 bi rêka oprasyonên HSD yên rêgir hatin pûçkirin, û 35 pêk anîn.

Wî got, "Li gorî sê mehên destpêka sala 2022 an, karîna Daişê ya pêkanîna êrîşan di heman dema 2023 de 50% zêde bû ye"

Sedemên bihêzbûna Daişê li gorî lêkolînerên herêma kurdên Sûrîyê bi rewşa Sûrîyê bi giştî ve girêdayî ne, li alîyekî din, gef û êrîşên Tirkîyê li ser herêmê jî rolek mezin di bihêzbûna Daişê de dilîz e.

Dr.Silêman Îlyas rêveberê navenda Firat ya lêkolînan dibêje sedemên navxweyî yên herêmên ku Daişê tê de çalak e jî hene.

Wî got, "Hişkesalî, zuhabûna çemê Xabûr û Firat û tunebûna pirojeyên geşpêdanê û derfetên kar, ev zemîna ku Daişê dikare sûdê jê bigre û çekdarên nû tevlî xwe bike."

Li gorî amarên şerê dijî Daişê ku ji alîyê HSD û kualisyona navnetweyî ya şerê Dijî Daiş tên eşkerekirin, li Sûrîyê li çolistana parêzgeha Dêrazorê, seranserî sînorê Îraq-Sûrîyê û navçeya Reqa , her wisa çolistana Tedmur, deverên herî zêde Daişê lê çalak e.

XS
SM
MD
LG