Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyon û HSD Tektîkên Nû Di Şerê Daişê De Pêk Tînin


Roja Înê bi beşdariya yekîneyên çekên giran yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û yekîneyên zirxî yên Koalisyona navdewletî ya şerê li dijî Daişê, hêzên HSDê li ser rêya Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rahênanên leşkerî yên hevpar li dar xistin.

Li gorî HSDê, ew rahênan bi armanca taqîkirina tektîkên nû ji bo şerê li dijî şaneyên Daişê ye û awayên dabînkirina piştevaniya bilez ji xalên serbazî re û veguhestina şervanan bo deverên pevçûnan li hember êrîşan .

HSDê di daxuyanîya xwe de tekez kir ku ev rahênanên hevbeş tekezîya hevkariya di navbera hêzên HSDê û hevpeymaniya navdewletî de ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstên Daişê û dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê.

Li gorî şopandinê bi taybetî di nîvê duyem yê sala 2021an û destpêka sala 2022 an de guhertin kete tektîkên êrîşên şaneyên Daişê de.

Ev guhertin ser du astan pêk hatiye, asta yekê cûreya armancên ku êrîş ser tên kirin û ya din hejmara çekdarên êrîşkar.

Ji alîyekî şaneyên Daişê dest bi êrîşkirina ser armancên giring û asê dikin mîna zindanên ku Daişî tê de girtî ne. Ev cûre ji êrîşan bi hejmarek mezin ji çekdarên êrîşkar tê kirin.

Şopîner bawer dikin ku van pêşveçûnan koalsyona navnetwî û HSDê hişyar kirin li dor pêwîstîya bi tektîkên nû di şerê dijî Daişê de.

Rojnamevan Hoşeng Hesen bawer dike ku êrîşa ser zindana Sînaa bû sedema ku HSDê û koalisyon rahênanên leşkerî bikin ku tê de tektîkên şer yên nû bixin ezmûnê de.

Li gorî nivîgeha çavdêrîya leşkerî ya şerê dijî Daişê ku bi ser HSD de ye, Daişê di dema dawî de karîna veguhestin û veşartina şaneyên xwe zêde kirye û di encamê de xeterîya êrîşên wê zêde bû.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG