Roja Înê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyanîke nivîskî de got wan agahîyên nû derbarê jêderên aborî yên şaneyên Daişê bidest xistine.
Li gorî HSDê, Daişê û hin grûpên nêzîkî wê li herêmên kontirolkirina Turkîyê li Sûrîyê bi riya qaçaxiyê pereyan kom dikin.
Berpirsê nivîsgeha ragihandina HSDê Ferhad Şamî bi dengê Amerîka re agahîyên ku HSD bi dest xistine parve kirin.
Şamî eşkre kir ku ev demeke gelek raport têne ber destê wan, bi taybetî di derbarê çavkaniyên aborî yên Daiş de li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê heta herêmên din.
Şamî got:
"Yek ji wan çavkaniyan ew bû ku Daiş li hin herêmên Dêrazorê û Reqa , pir caran di bin navê zekatê de pere ji milet standine."
Hêzên taybet yên HSDê, li gorî aghahîyên nivîsgeha ragihandina HSD, dikarîbûn jêderke aborîya Daişê ya din li herêmên jêr kontirolkirina Turkîyê nas bikin.
Şamî dibêje HSD ew agahî bi berfirehî bi kualisyonê re parve kirin.
Wî got:
"Vê daiwyê hin raporên metirsîdar ji herêmên dagirkirî bi dest ketin, bi taybetî ji Serêkaniyê û Girêspî. Di raporta herî dawî de, tapûra bi navê Abû Alqaqaa ku di bin sîwana Firqet Alhemzaa de kar dike, ew wekî girûpeke Daişê ye, ku her kes nas dike gelek endamên Daişê di nav de cih digir in. Ev grûp rêyeke qaçaxciyê vekirîye, bi taybetî, navbera herêmên Tiltemir –Zirgan û xeta Serêkaniyê û heya sînorê Turkiyê."
Şamî nîşan da ku rêya qaçaxîyê jêdreke aborî ya şaneyên Daişê ye ku ji her kesekî 6,000 -11,000 dolar distînin.
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku di dema derbasbûyî de HSD emîrekî Daişê bi navê Mihemd Ewad girt, ew emîrê pîlangêrê êrîşa ser zindana Hesekê bû.
Li gorî agahîyên HSD, bi girtina wî emîrê navborî û agahîyên lêpirsîna wî ,sûde da têkihiştinek berfireh ya tevgera şaneyên Daişê, bi taybetî di milê jêderên aborî de.
Ferhad Şamî ev xal ji Dengê Amerîka re şirove kir û got:
"Hebet me berî niha serçeteyê binavê Mihemed Ebdull Ewad girtbû, ew jî serçeteyekî herî metrisîdar bû ku pîlana êrîşan ser zindana Hesekê, cihê ku çeteyên Daişê lê girtîne kirbû, ew serçete bi xwe jî lê mukur hat ku wan gelek çebilxane û çek ji herêmên daigrkirî yên di bin destê dagirkeriya Turkiyê de derbasî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikirin, û bi wan çekan û bi wan cebilxaneyan helbet êrîşên xwe li himber xelkên me û şervanên me pêk dianîn."
Hêjaye gotinê ye ku yek ji armancên sereke yên kualisyona navnetweyî y şerê dijî Daişê di qonxa piştî Baxozê de, ew bû ziwakirina jêderên aborî yên şaneyên Daişê.
Li gorî HSDê, herêmên kontirolkirina Turkîyê li Sûrîyê bingeha serke ye ya aborî ya Daişê ye, ku li wan deveran hin grûpên çekdar yên jêr sîwana artêşa miştimanî de, nêzîkî Daişê ne, wek grûpên Ehrar Elşerqîyê û Hemzat.