Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê li Reqayê 6 Çekdarên Daişê Girtin


Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di çarçoveya operasyona xwe ya havbeş de li gel Hêzên Ewlehiya Hindirîn, hejmarek çekdarên DAIŞê girtin û dest danî ser teqemenî û çêkên wan.

Li gorî daxuyaniya HSDê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir, hêzên wan di çaremîn roja operasyonê de, 28ê Çileya 2023yan, şeş çekdarên Daişê girtin, her wiha hejmarek mezin ji cebilxane û topên hawinê hatin desteserkirin.

Li gorî HSDê, yek ji çekdarên girtî berpirsê dabînkirina cih û veşartina çekdarên Daişê bû, yên ku di 26ê Berfanbara 2022yan de, êrîşî navenda Hêzên Ewlehiya Hindirîn li Reqayê kiribû, Yekî din jî, berpirsê amadekirina teqemeniyan bû.

Berpirsê ragihandina YPGê Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re got:

"Li bajarokê Sefsafê yê girêdayî Tebqayê operasyon di roja xwe ya pênçemîn de berdewam e. Di heman demê de oprasyona hêzên hevbeş li taxa Furat li Reqayê berdewam e."

Di Operasyona roja çar û pênçan de miqdarek mezin ya cibilxane û çekên Daişê hatin desteserkirin.

Elî got, "li bajarokê Sefsafa 6 çekdarên Daişê hatin giritin, her wisa miqdarek mezin ji çek û cibilxane hatin desteserkirin."

Şopîner bawer dikin ku encamên vê operasyonê dê alîkarîya HSD û koalisyonê bike ku tektîkên şaneyên Daişê werin naskirin.

Li alîyekî din, hin çavdêr dibêjin ku dema derxistina operasyonê pir giring e ji ber ku li gorî texmînên HSDê dê Tirkîyê di meha Şibatê de êrîşek bejahî nû li bakurê Sûrîyê dijî HSDê pêk bîne .

Rojnamevan Hoşeng Hesen got,"HSD herêma texmînkirî ku di armanca êrîşa Tirkîyê dixwaze berîya êrîşa Tirkîyê, wê herêmê ji şaneyên Daişê paqij bike."

Heger hat û êrîşa Tirkîyê pêkhat, li gor Hesen, dê HSD li rastî du êrîşan were,"yek ji alîyê Turkîyê ve, ya din ji xetên paş ji alîyê şaneyên Daişê ve, lewra HSD xetan baş ewle dike berîya çi êrîşek Tirkîyê."

Ji 25ê Çileya 2023yan ve, HSDê li gel Hêzên Ewlehiya Hindirîn, bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, operasyonek dijî şaneyên Daişê da destpêkirin û heta niha berdewam e.

Operasyon li navçeyên Reqa, Tebqa, Sirrîn, El-Kerame û gundewarên wan, bi rê ve diçe.

Di encama 5 rojên operasyonê heya dema amadekirina vê raporê HSD 124 çekdar û alîkarên Daişê girtine û di nava girtîyan de serkirdeyên Daişê yên herî metersîdar hene, nemaze walîyê Reqayê.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

XS
SM
MD
LG