Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê Li Dêrazorê Serkirdeyekî DAIŞ'ê Kuşt û Yekî Din Girt


Yekîneyên taybet yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya encûmenên leşkerî yên xwecihî, çend operasyonên ewlekarî û leşkerî li dijî şaneyên terorîst yên girêdayî DAIŞê li herêma Dêrezorê pêk anîn û di encamê de HSD'ê terorîstekî metirsîdar kuşt û yekî din jî girt.

Di operasiyona yekê de ku li bajarokê Cezra El-Melak, terorîstê bi navê Ebû Hemze Şamiyê hate kuştin, ku wî plana êrîşeke terorîst li ser xaleke HSDê kiribû û di encama wê êrîşê de 5 şervanên HSD'ê hatibûn kuştin. Ew êrîş di 10 vê mehê de li gundê El-Zar li rojhilatê Dêrazorê pêk hatibû.

Li gorî agahîyên HSD'ê, terorîst Ebû Hemze yek ji terorîstên herî metirsîdar ên DAIŞ'ê li herêma Dêrezorê bû û berpirsê amadekirina plan û operasyonên terorîstî li herêmê bû ku şervanên HSD'ê, kesayetî û şêxên eşîran li herêmê armanc digirtin.

HSD dibêje di operasyoneke din ya asayîşê de, yekîneyên taybet, terorîstê bi navê Şukrî Kemal Xelîl li gundewarê rojavayê Dêrazorê girt.

Şukrî Xelîl jî yek ji berpirsên belavkirina çek û cebilxane û madeyên teqîner li ser şanên DAIŞ'ê li herêma Dêrazorê bû.

Di wê operasyonê de şervanên HSD'ê dest danîn ser hejmarek mezin ji çek, cebilxaneyên ku di destê çekdarê navbûrî de bûn.

Hêjaye gotinê ye, piştî êrîşa DAIŞ'ê li ser girtîgeha Sînaa li Hesekê, HSD asta oprasyonên xwe dijî şaneyên grûpê zêde kiriye.

Li gorî serjimêriya, piştî êrîşa Sînaa heya dema amadekirina vê raporê, HSD 19 çekdarên DAIŞ'ê girtine, di nav wan de jî berpirsekî abûrîya wê rêxistina terorîst ku bi navê Mihmed Ehmed Kerez bû.

Şopîner bawer dikin ku karîna DAIŞ'ê ya pêkanîna êrîşên berfireh û bi hejmarên mezin ji êrîşkeran nîşaneke metirsiyê ya mezin e ji bo HSD û kualisyona navnetwî ya şerê dijî DAIŞ'ê.

Rojnamevan Hejar el-Seyîd bawer dike ku êrîşa li ser Sînaa moralên alîgirên Daişê bilind kirine.

Wî got:

"Êrîşa li ser hebsa Sînaa moralek mezin da alîgirên rêxistina Daişê û di nerîna min de wê DAIŞ li Dêrazorê çalak bibe ji ber ku alîgirên wê li wir gelek in.”

Di dema dawî de hejmara oprasyonên pêşwext dijî şaneyên Daişê zêde dibin. Di roja 3'ê yê vê mehê de Amerîka bi alîkrîya HSD rêberê DAIŞ'ê Ebû Îbrahim el Haşimî el Qureyşî kuşt.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG