Wezîrên derve û dîplomatên payebilind ên welatên rojavayî û Rojhilata Navîn roja Yekşemê bi wezîrê derve yê nû yê Sûriyê re li Riyada paytexta Erebistana Siûdî dicivin di yekemîn civîna herêmî ya li ser Sûriyê de, ji dema ku Serok Beşar Esed meha borî ji kar hat avêtin ve.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro danê sibê berî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Hesen El-Şibanî re gihîşt Riyadê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanya, Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy jî tevlî hevdîtinê dibe.
Wezîrên derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Qeter, Behreyn, Îraq, Urdun, Libnan û Tirkiyê û nûnerên Yekîtiya Ewropî û Amerîkayê hemû ji bo civîna roja Yekşemê li Riyadê bûn. Tê payîn ku rayedarên din ên payebilind ên Ereb û Rojavayî beşdar bibin.
Êrîşeke ji nişkave ya serhildayan, rêjîma Esed di 8ê Kanûna Yekem de hilweşand û serhildayên Îslamî Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), ku pêşengîya pêşveçûnê dikir, hikûmeteke demkî ava kir û Şîbanî wek wezîrê derve destnîşan kir.
"Guftûgo li Riyadê dê bi serpereştiya Ereban be û balê bikişîne ser gavên bê yên civaka navdewletî ji bo piştgirîkirina desthilata Sûrî ya demkî, di nav de jî mekanîzmayên ku rêjîma Esed were mihasebekirin li dor tawanên şer yên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne," daxuyaniya Brîtanîyayê got.
Ev civîna yekem e ku hem rêveberên nû yên Sûriyê û hem jî rayedarên payebilind ên rojavayî tê de cih digirin û dê ji aliyê Erebistana Siûdî ve were birêvebirin.
Ew piştî civîneke dîplomatên payebilind ên Amerîka,Brîtanya , Fransa, Almanya û Yekîtiya Ewropî ku roja Pêncşemê li ser Sûriyê li Romayê pêk hat û civîneke girîng a Urdunê ku di Kanûnê de, bû, dema ku lîstikvanên herêmî nîgeraniyên xwe li ser rêvebirên îslamî yên nû yên Sûriyê nîşan dan û tiştên ku ew hewce ne bikin da ku pênasîna navneteweyî werbigirin.
Konferansa Yekşemê tê di demekê de ku rêveberiya nû ya Sûriyê daxwaza rakirina cezayan ji aliyê Rojava ve dike da ku alîkariya navdewletî biçe Şamê.
Almanya, Îtalya û Fransa di rojên dawî de xwestin ku cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Sûriyê sivik bikin, lê biryara dawî tenê dikare ji tevahiya Yekîtîyê were.
Amerîka roja Duşemê efûyek cezayan derxist ji bo danûstandina bi saziyên hikûmî re li Sûriyê bo şeş mehan da ku çûna alîkariyên mirovî hêsan bibin.
Çavkanî: Reuters