Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karvedanên Gera 7mîn Ya Komîta Destûrî Ya Sûriyê


Roja 25ê vê mehê gera hevftemîn a civînên Komîteya Nivîsandina Reşnivîsa Destûra Sûriyê ku li bajarê Cenevê hat li darxistin bê ancam bidawî bû.

Di gera heftemîn de reşnivîsa ku ji aliyê komîta civaka sivîl a bi ser hikûmeta Sûriyê ve hatbû pêşkêş kirin, hat bendên wê hatin giftûgokirin ji aliyê beşdaran ve.

Reşnivîs ji aliyê komîta rêjîmê ve weke biryarên nabe bên guhertin hat dîtin, ku tê de tekezî li ser şêwazê bingehîn yê rêvebirina Sûrîyê weke dewlet hatiye kirin mîna: Mana navê Sûrîyê, Komara Erebî Sûrî ye bimîne, zimanî fermî yê Sûriyê zimanê Erebî ye, herwiha ala û sirûda Sûriyê nayên guhertin.

Derbarî vê mijarê de Peyvdara Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD Sema Begdaş ji Dengê Amerîka re diyar kir ku Ev biryar nûnertiya hişmendiya rêjîm û kesên nejadperest dike, û nakeve berjewendiya çareya Siyasî li Sûrî yê.

Sema Begdaş
Sema Begdaş

Li aliyekî din Opozisyona Sûriyê di derbarê encamên civînên Komîteya destûrî de daxiwyaniyek di jêr sernavê Dîtina Siyasî ya Hevbendiya Niştmanî Sûrî de belav kir.

Opozisyona Sûrî di naveroka daxwiyaniya xwe de diyar dike ku pêwiste çareseriya siyasî li Sûrîyê li gorî daxwiyaniya Cenevê a 2011an be, her wiha li gorî her du biryarên Netewên Yekbûyî (2118) û (2254) be.

Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê (ENKS)e ku beşeke serke ji Hemahngiya Niştmanî Sûrî diyar ku nerîna siyasî ya hemahenigiyê erêniye, lê ne ligorî daxwaz û xwestekên Kurdên Sûrîyê ne.

Berpirsê Ragihandina Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê Hesen Remizî dibêje ku beriya ku hemahengî vê Nerîna Siyasî belav bike me ji wan re tekez kir ku pêwiste belgeya di navbera ENKS e û hemahengiyê de cihê xwe di vê dîtina siyasî de bigire.

Hesen Remzî
Hesen Remzî

Hêjaye bibîrxistinêye ku Endamên beşdarî civînên Komîteya Nivîsandina Reşnivîsa Destûra Sûriyê dibin ji 45 kesan pêk tên. 15 nûnertiya rejîmê, 15 ji opozîsyonê û 15 ji rêxistinên civaka sivîl in.

Hêjaye gotinêye ku heya niha nûnerên Rêvebriya Xewser a bakur û rojhilatê Sûrîyê beşdarî van civîna nehatine kirin, ji ber vê yekê ew xwe pabendî tu beriyarên ku jê derencam dibin nabîn in.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00

XS
SM
MD
LG