Hikûmeta nû ya Sûrîyê ragihand ku ewê azadîya medya pêşve bibe.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrîyê Mihemed El Omer soza pêşvebirina azadîya medya da.
El Omer ji AFP’ê re got ku azadîyên medya û ramanê di dewra Beşar Esad de bi awayekî hatine sînordar kirin û dîyar kir ku ew dixwazin dawî li vê rewşê bînin.
‘’Niha em hewil didin ku medyaya profesyonel, bêalî û azad çêkin.’’
Wî dîyar kir ku ew naxwazin bi medyaya fermî re bimeşin û got ku armanca wê medyayê bi tenê biriqandina desthilatê ye.
Çekdarên muxalîf 8’ê Berfanbara 2024’an ketibûn Şama paytext û dawî li rêvebirîya 24 salî ya Beşar Esad anîbû.
Rapora azadîya medya ya 2024’an ya Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) nîşan dide ku Sûrîye li pêş Erître di rêzên dawî yên cîhanê de ye.
Jêder: AFP