Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Mibijê di Şerê Navxweyî yê Sûriyê de


Serhildêrên Sûrî bi Piştgiriya Tirkiyê li Gundewarên Minbijê ne
Serhildêrên Sûrî bi Piştgiriya Tirkiyê li Gundewarên Minbijê ne

Bajarê Minbbijê li bakurê rojhilata Sûriyê bêhtirî piraniya bajarên Sûriyê rastî guhertina desthilatan hatiye.

Niha jî, piştî biyara Amerîka ya vekişîna ji wir, rûniştvanên bajêr metirsî hene li dor hêza bê ya ku wê valahiyê dagire.

Hêzên hikûmeta Sûriyê li nêzîkî bajêr belavbûne û Tirkiyê gefan lê dixwe.

Şervanên xwecihî yên Encûmena Leşkerî ya Minbijê ku Amerîka piştgiriya wan dike, hîn nobedariyên xwe yên normal li bajêr dikin.

Ji sala 2011ê ve, sê hêzan destên xwe danîn ser Minbijê.

Di destpêka şer de, serhildêrên Artêşa Sûriya Azad ew kontrol kir. Piştre, kete bin destê çekdarên gurûpa Dewleta Îslamê Daişê, û di sala 2016ê de Hêzên Sûriya Demukrat ew ji bin destê Daişê rizgar kir û ta niha hîn di bin destê wan de ye.

XS
SM
MD
LG