Pirtir ji 100 rêxistinên civaka sivîl yên Sûrî di nameyek hevbeş de bang li Yekîtiya Ewropa kirin ku nêzîkatîyeke berfirehtir derbarê alozîya Sûriyê de, bigire.
Rêxistinên ku name îmze kirine, dilgiranîya xwe ji paşguhkirina mijarên bingehîn yên girêdayî bakur rojhilatê Sûrîyê di Konferansa 7'ê ya Brûkselê de, diyar kirin.
Rêvebirê kombenda “Hevdestî ya Qurbanîyan” Îzedîn Salih ku di konferansê de amade bûbû, ji Dengê Amerîka re got, tevî ku kirîzeke aborî û mirovî ya li herêmê tê jîyan kirin, lê ev yek di rojeva konferansê de cih negitr.
“Mijara destdanîna ser mal û milkê xeklê piştî erdhejê bi taybet li Efrînê nehat gotûbêj kirin, herwiha mijara karanîna avê weke çek ji alîyê Tirkîyê û çekdarên bi ser wê ve li dijî bakur rojhilata Sûrîyê hate paşguh kirin”.
Salih herwiha ragihand ku ji 300 rêxistinên di konferansê de hazir bûn, hejmareke pir hindik ji bakur rojhilata Sûrîyê bûn.
Wî da zanîn ku her çiqas konferans di bin dirûşma “Piştgirîya Paşeroja Sûrîyê û Herêmê” de, hatibû lidar xistin, lê ev paşeroj weke pêwîst nehate gotûbêj kirin.
Herwiha Salih da zainîn ku, Emîndarê Giştî yê Neteweyê Yekbûyî di konferansê de axivî û got ku çareserîya giştgir û demdirêj ji alozîya Sûrîyê rê dê çênebe eger hemû alî û civakên Sûrî di danûstandinan de beşdar nebin.
Lê, “Me dît ku hemû civakên Sûrî di konferansê de başdar nebûn, ku nûnertî di civîn û guftûgoyên konferansê de ne giştgir bûn û ber bi alîyekî tenê ve diçe”, Salih got.
Ji alîyê xwe ve endamê Desteya Têkilîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser Xalid Îbrahîm îdîa kir ku, paşguhkirina mijarên girêdayî bakur rojhilata Sûrîyê û dûrxistina civaka sivîl yên vê herêmê ji Konferansa Brûkselê jiber guvaşên Tirkîyê çêbûye
“Ev dûrxistin berdewamîya êrîşên Tirkîyê li ser herêmê ye, ew berê jî bûye asteng li pêş tevlêbûna me di pêvajoya sîyasî de, ku niha jî astengîyan dide pêş civaka sivîl ya herêmê ku xwedî rol û helwest be di civatên navneteweyî de”, Îbrahîm dîyar kir.
Herwiha Îbrahîm bal kişand ku di encama şerê li dijî DAIŞê û dorpêça li ser herêmê de, rewşa aborî û mirovî li bakur û rojhilata Sûrîyê lawaz e û pêwîstî bi alîkarîyên Navneteweyî heye.
Wî ragihand ku, Rêvebirîya Xweser di hevdîtinên ligel Koalisyona Navdewletî û Amerîka de rewşê ji wan re şîrove dike, ku hevkarîya leşkerî tenê li dijî DAIŞê têra aramî û avabûna herêmê nake.
“Em hêvî ne li ser astên aborî, civakî, sazîbûn û dadmendîyê de Koalisyona Navdewletî xwedî rol be, herwiha piştgirîya nûnertîya pêkhate û gelê vê herêmê di civaka navneteweyî de bike, çi sîyasî be yan sivîl be”, Îbrahîm got.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtîya Ewropa ji sala 2017an de “Konferansa Brûkselê” derbara alozîya Sûrîyê û piştgirîya gelê wê de pêk tîne.
Di konferansa îsal de ku ya 7ê bû û di 14ê Hezîranê de pêk hatibû, welatên beşdar soza bexşîna nêzî 10 milyar Euro jibo alîkarîya Sûrîyê dane.
ji bo guhdarîkirina li raportê fayle deng veke