Li herêmên rêveberîya xweser li Sûrîyê hin kelûpelên bazarê buha bûne, û hin ji wan pir kêm bûne.
Li bazarên Qamişlo bazirgan dibêjin Tirkîyê jêdera sereke ye ya kelûpelên xwarinê ku bi rêka Herêma Kurdistana Îrqaê û bi rêka dergehê Welîd û Sêmalka derbasî bazarên herêmên rêveberîya xweser dibe.
Rîyad Xelîl bazirganekî ji Qamişlo ye dibêje ku girtina derhehê Sêmlaka yekser bandorê ser bazarên Qamişlo dike.
Li gorî bazirganan, kelûpel ji sê jêdaran derbasî herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê dibin.
Jêdera serke, dergehê sînorî yê Sêmalka ye ku herêma kurdistana Îraqê û herêmên rêveberîya xweser li Sûrîyê bi hev girêdide û nêzîkî 80 % ji kelûpelan ji vê jêderê ye.
Jêdera duyem, herêmên jêr kontirola rêjîma Sûrîyê ye, ku ew jî niha girtî ye.
Jêdera Sêyem dergehê Ewin Dadat li herêma Minbicê ye ku herêmên rêvebirîya xweser bi herêmên Sûrî yên jêr kontirola Turkî ve girêdide, ku jêdereke qeles û ne ewle ye.
Kelûpelên jêdera rêjîma Sûrîyê di pir rêbendên milîs û artêşa Sûrîyê re derbas dibin û bacên bilind ji bazirganan distînin.
Mihemed Yûnis bazirganekî ji Qamişlo dibêje kelûpelên ji herêma rêjîmê derbas dibin pir buha ne.
Li gorî niştecihan, çavdêrîya sazîyên rêveberîya xweser ser bazarê yek ji sedemên buhabûnê ye li gel girtina dergehên sînorî.
Niha nirxê madeyên mîna şekir, derman û şîrê zarokan bi qasî 100 % buha bûye.
Li gorî hin jêderên Rêvebirîya xweser, girtina dergehên sînorî bi armancên sîyasî ne, ku di heman demê de dergehên bi rêjîmê re, û dergehên bi Herêma Kurdistanê re hatin girtin.
Lê berpirsên dergehê Pêşxabûr li Herêma kurdistanê dibêjin ku sedem ewlehî ne piştî êrîşa rêxistina ciwanên şoreşger ser asayîşa herêma kurdistanê yên ser sînor.
Hêjaye gotinê, dergehê Pêşxabûr ragihand ku ji bo welatîyên biyanî yên asêmayî li herêmên rêveberîya xweser roja Înê û Şemîyê ji bo carekê tenê hat destnîşandkirin ku bi rêka dergehê Welîd derbasî Herêma Kurdistanê bibin.