Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qamişlo 18emîn Salvegera Serhildana 12ê Adarê Bi Bîr Tîne


Bi hezaran Rûniştvanên bajarê Qamişlo 18emîn salvegera serhildana 12ê Adarê bi bîr anîn.

Merasîmên bîranînê bi amadebûna berpirsên Rêvberiya Xweser, endam û rêvebirên saziyên sivîl, lîstkvanên sporê, li satda şehîdên 12ê Adarê hat li darixsitn.

Endama komîta amadekar Hesena Mihemd diyar kir ku wan hemû aliyên siyasî, rêxistin, kes û karên şehîdn û tîmên Fitbollê yê Cîhad û Ftiwê vexwindine.

12ê Adarê ji bo Kurdên Sûrîyê weke serhildaneke netewî li dijî zordariya rêjîma Baas.

Berpirsên Kurd dibêjin rêjîma Sûrîyê wê demê dixwest di nava pêkhateyên herêmê de şer û pevçûnan derxe û Kurd û Ereban bera hev de.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Herêma Cezîrê Telaat Yûnis dibêjegot:

''Îro li bakur û rojhilatê Sûriyê Rêvebriya Xweser hat avakirin ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike, hewldnaên rêjîma Bass têkçûn''.

Di hefteya Serhlidana 12ê Adarê 2004an bi sedan Kurd bûn qurbanî, bi dehan hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha bi hezaran hatin kuştin.

Abû Hemîd yek ji wan kesên ku li ser destê rêjîma Sûrîyê hat girtin wê demê, got:

''Di wê bûyerê de Rêjîma Sûrîyê amadekariya şer kir bû, û alîgirên partîya Baas weke cemawer derbasî yarîgehê kir bûn''.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku di 12ê Adara 2004an, di dema pêşbirka futbolê ya di navbera tîma Cihad ya Qamişlo û Tîma Fitûyê ya Dêrezorê de, alozî derketin.

Bûyerên roja 12ê Adarê veguherî serhildaneke gelêrî li dijî rêjîma Sûrîyê, ku di çend rojan de li hemû navçeyên Kurdî li Sûriyê Kurd darketin xwepêşandanan.

Li her dû bajarên mezin, di serhildana 12ê Adara 2004an de, bi belge, 35 kes li herêma Cizîrê, Helebê û Efrînê şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. 12 xwendekar ji zanîngeha Şam û Helebê hatin girtin û 24 xwendekar ji zanîngeha Şamê hatin avêtin.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00

XS
SM
MD
LG