Artêşa Urdinê îro roja Yekşemê got çar kes hatine kuştin dema ku rêjeyên mezin yên madeyên hişber ji Sûriyê derbasî Urdunê dikirin.
Artêşê herwiha ragihand ku hinek qaçaxçî jî birîndar bûne û yên din jî paşda revîyane bo Sûriyê.
Lê artêşa Urdunê diyar nekir ka kê ew kes kuştine anjî birîndar kirine.
Urdun hem navendek û hem jî rêyek sereke ye bo derbasbûnê ber bi welatên Kendavê ve yên zengînê neftê ji bo madê hişber amfetamîna erzan ku li Sûrîyê dihêt çêkirin û bi navê kaptagon jî dihêt zanîn.
Sûriyeya ku di şer da wêran bûyî, bûye cîhê sereke yê hilberîna herêmê ji bo bazirganiya milyar dolaran ku ji bo Iraq û Ewropayê jî dihêt şandin.
Hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar el-Esed red dike ku destê wan di çêkirina madeyên hişber û qaçaxçîtiyê wê da heye.
Di meha Çileyê da jî, leşkerên Urdunî herî kêm 27 qaçaxçiyên çekdar kuştibûn û yên din jî birîndar kiribûn dema ku ew ji sînor derbas dibûn.