Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku li başûrê Şamê bi kêmî ve du çekdarên Hizbullahê hatine kuştin.
SOHR’ê dîyar kir ku kuştin li nêzî Seyîde Zeyneb çêbûye ku komên nêzî Îranê berevanîya wê herêma Şîayan dikin.
Li gor ragihandina SOHR’ê li herêmê dijî maleke Hizbulah û Pasdarên Şoreşa Îranê êrîş li dar ketiye.
Wê koma çavdêrîyê eşkere nekir ku êrîş kê li dar xistiye.
Medyaya dewleta Sûrîyê, SANA, jî dîyar kir ku êrîş li dar ketiye, lê got ku bi tenê zarar madî çêbûye.
SANA ragihand ku êrîşa esmanî ji alîyê Îsraîlê ve hatiye dijî herêma sivîl li dar xistin.
Jêder: AFP