Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriye: Hejmara kuştiyên Teqîna DAIŞê li Şamê Gihişt Du Kesan


Wêneyê ku wezareta navxweyî ya Sûriyê li ser teqîna 10ê Gulanê, 2023, weşandî, bi rêya AFP
Wêneyê ku wezareta navxweyî ya Sûriyê li ser teqîna 10ê Gulanê, 2023, weşandî, bi rêya AFP

Roja Pêncşemê, Wezareta Navxweyî ya Sûrî kuştina efserekî din yê polîs ragihand, di encama teqîna roja Çarşemê de, di otombîlekê de li navendeke polîs li Şamê, ku ji aliyê Dewleta Îslamî DAIŞê ve hatbû encam dan.

Wezareta Navxweyî li ser hesaba xwe li ser Telegramê ragihand ku di encama teqîna otombîlekê de li navenda polîsê Barzeyê, lîwayekî fermandariya polîsê Şamê hat kuştin.

Roja Pêncşemê, Wezareta Derve ya rejîmê ragihand ku di encama teqîna han de kolberek jiyana xwe ji dest daye û 4 polîsên din jî birîndar bûne.

Roja Pêncşemê, her du kuştî hatin şandin bo cihê mayîna wan ya dawî li parêzgehên Es-Suweyda û Quneytra yên li başûrê welêt û li wir hatin oxir kirin.

Roja Çarşemê, Dewleta Islamî DFAIŞê, berpirsiyariya teqînê girt ser xwe, di daxuyaniyekê de ku ji hêla hesabên cîhadî ve li ser Telegramê hatine weşandin.

Ragihandinên rêxistina cîhadî kêm bûne yên ku berpirsiyariya pêkanîna êrîşên bi vî rengî li paytexta Sûriyê radigihînin.

Di salên şerê domdar de ji sala 2011an ve, Şamê bû şahidê teqînên mezin, ku piraniya wan ji aliyê rêxistinên cîhadî ve di hatin kirin. Lê belê, ev cure teqîn bi awayekî berçav kêm bûn piştî ku hêzên hikûmetê karîbûn, ji sala 2018an ve, taxên li paytextê yên ku di bin kontrola "DAIŞ"ê de bûn, û deverên nêzîkî wê yên ku weke kelha komên opozîsyonê dihatin naskirin kontrol bikin.

Tevî vê yekê, Şam dîsan car caran dibe şahidê teqînên bi bombeyên ku di otombîlên sivîl û leşkerî de tên bicîkirin, bêyî zelalkirina paşxane, sedem, an aliyên berpirsê wan. Li gorî Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR), ew teqîn pir caran bi nakokiyên kesane an bihevxistina hesaban ve girêdayî ne.

Li gorî medyaya fermî ya wê demê, bêyî zelalkirina rewşa bûyerê, roja 2ê Nîsanê, bombeyeke ku di nav otomobîleke sivîl de hatibû bicihkirin, li taxa El-Mezzeh teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Ji sala 2011an ve, Sûriyê bûye şahidê şerekî bi xwîn, ku bûye sedema mirina zêdetir ji nîv milyon kesî, wêrankirina berfireh ya jêrxan û binesaziya wî welatî, û bûye sedema koçberbûna bi mîlyonan xelkê li hundir û derveyî welat.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG