Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîş Û HSDê Li Kampa Holê Dest Bi Operasyonekê Dikin


Roja Şemîyê 27 Çile hêzên ewlkearîya hindirîn bi piştevanîya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û koalisyona navnetwî di nava kampa Holê de dest bi oprasoneke ewlekarî kir.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku fermandarîya oprasyonê dike, bi kongireke rojnamevanî li kampa Holê bal kişand ser dema darxistina oprasyonê, di demekê de ku herêma wan rastî êrîşên Tirkîyê tên, û navçeya Dêrazorê jî rastî êrîşên çekdarên bi ser rêjîma Sûrîyê tên

Şaneyên Daişê li nava kampa Holê û li bejahîya Dêrazorê û Reqayê çalak bûne.

Berpirsê ragihandina Yakîneyên Parastina Gel (YPG) ê Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re qala armancên serke yên oprasyonê kir:

Elî got, "Ev operasyon wê endamên şaneyên Daişê, girtina kesên xirabkar ku di nav wan de berpirsên êrîşên terorîstî û hevkarên wan jî hene, her wiha kesên ku fikrên radîkal û tund di nava zarokan de belav dikin, armanc bigire."

HSDê û Asayîş bi piştîvanîya koalisyona navnetwî ya şerê dijî Daişê vê operasyonê lidar dixin.

Li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka bi destxistine, di şeva yekê ya oprasyonê de hejmarek berguman ku berpirsên êrîşan in di nava kampê de hatin girtin.

HSDê bidawîanîna oprasyona kampa Holê bi pêkanîna armnacan ve girê da.

Kampa Holê ku li rojhilatê Hesekê ye, ji sala 2019an ve nêzîkî 45 hezar kesên malbatên Daişê lê hatin bicîkirin, ku piranîyan wan zarok in, û li ser destê şaneyên Daişê tên perwerdekirin.

XS
SM
MD
LG