Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê Şer Di Navbera Hêzên Rêjîmê Û Milîsên Girêdayî Wê De Derket


Hasaka Tensions
Hasaka Tensions

Roja Şemîyê şer di navbera milîsên Dîfaa el-Wetenî yên bi ser rêjîma Sûrîyê û leşkerên rêjîma Sûrîyê, di çarkoşeya ewlekarîyê de derket holê.

Li gorî zanyarîyên ku Dengê Amerîka bidest xistin, heya niha ew girjî berdewam in û artêşa Sûrîyê tang daxistine kolanekê ku xala milîsên Dîfaa el-Wetenî têde asê ne.

Jêdereke sivîl ku mala wî li çarkoşeya ewlekarîyê ya Hesekê ye û nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re tekez kir ku çekdarên Dîfaa el-Wetenî yên ku Ebduqadir Hemo serkirdeyê wê ye, firneya sereke ya di çarkoşeya ewlekarîyê de kontrol kiriye û wî derdora mala xwe mayîn kiriye.

Heman jêderê ji Dengê Amerîka re tekez kir ku leşkerên artêşa Sûrîyê ew dever dorpêç kiriye.

Li alîyekî din, çekdarên êla Cibûr roja şemîyê êrîşek anîn ser çekdarên Dîfaa el-Wetenî.

Li gorî agaheyên ku Dengê Amerîka bidest xistin, yek ji çekdarên Dîfaa el-Wetenî birîndar bûye.

Rojnamevan Muhened Îbarhîm ji Dengê Amerîka re got ku rêjîma Sûrîyê hin avahîyên ku ji alîyê milîsên Dîfaa el-Wetenî ve roja Înê hatibûn kontrolkirin, îro Şemiyê careke din rêjîm kontirol kir.

Muhend anî ziman ku îro bêdengê heye lê dîyar e ku êla Cibûr ji daxwaza xwe ya derxistina milîsên Dîfaa el-Wetenî ji bajarê Hesekê rijd e.

Alozîyê çawa destpê kir

Li bajarê Hesekê ji 11 Teabxê ve nakokî di navbera êla Cibûr û milîsên Dîfaa el-Wetenî yên girêdayî rêjîma Sûriyê derketin pêş.

Li gorî rûspiyên êla Cibûr sedema nakokiyê ev e " roja 13ê Tebaxê, li çargoşeya ewlehiyî ya bajarê Hesekê berpirsê milîsên Dîfaa el-Wetenî yê bi navê Ebulqadir Hemo tevî çend çekdarên xwe li dijî rûspiyekî êla Cebûr bêrometî kir, û di encamê de welatiyên êla Cibûr ev bêrêzî pirotesto kir û di nava êlê de seferberî hat ragihandin".

Şêwirmendê êla Cibûr Ekrem Mehşûş ji Dengê Amerîka re tekez kir ku heya bicîanîna daxwaza wan wê nakokî berdewam be.

"Heya niha rêjîmê soza xwe ya jinavbirina milîsên Dîfaa el-Wetenî bicî neanîye, lewma, wê nakokîya me bi wan re berdewam be," Ekrem Mehşûş got.

Ji hêla xwe ve şêx û rûspiyên Cibûr ji rayedarên rêjîmê xwest ku berpirsê milîsan dadgeh bikin û hebûna milîsên Dîfaa el-Wetenî ji Hesekê bi dawî bînin.

Ebdulqadir Hemo kî ye?

Ev 9 sal in Ebdulqadir Hemo serkirdeyê milîsên Dîfaa el-Wetenî yên girêdayî Togaya Xurasanê ya bi ser Îranê ve li Hesekê ye.

Hejmara çekdarên wê nedîyar e û jêderên aborîya koma çekdar bêtir ji madeyên hişbire û ferzkirina bacan ji sivîlan e .

Rojnamevan Alan Maîş ku li Hesekê dimîne dibêje ku "ev koma çekdar bi ser Îranê de ye û bazirganîya madeyên hişbir dike."

Tevî ev bêtirî mehekê ye ser alozîyê derbasbû, lê roja Şemîyê careke din şer derket, li gorî hin jêderên ku Artêşa Sûrîyê fişarê ser Ebidqadir Hem dike da ku wî ji bajêr derxîne ber bi Dêrazorê ve, lê ew xwe radset nake.

Heya dema amadekirina vê raporê jî girjî û alozî berdewam e, lê pevçûnên bi çekdan rawestîyayî ne, lê dibe di kîjan demê de şer derkeve.

Hêzên ewlekarîya hindrîn yên bi ser rêveberîya xweser de hin rêbendên kontirolê yên derdora çarkoşeya ewlekarî bihêztir kir ne.

Bajarê Hesekê ji milê kontirolê de nabvbera Rêjîm û HSD de dabeşkirî ye, ku 90% jêr kontirola HSD de ye, û tenê çarkoşeya ewlekarî di nava bajêr de jêr kontirola Rêjîm û milîsên wê de ye.

XS
SM
MD
LG