Wezîrê derve yê Sûriyê roja Şemiyê li Qahîreyê bi hevtayê xwe yê Misrî re hevdîtin pêk anî, ev yekem serdan e di zêdetirî deh salan de û nîşana herî dawîyê ye ku dewletên erebî têkiliyên xwe bi serok Beşar Esed re sererast dikin.
Feysel Miqdad ji aliyê Samêh Şukrî ve hat hembêzkirin dema ku ew gihîşte wezareta derve ya Misrê, yekem gera fermî ji berî serhildan û pevçûnên ku li Sûriyê di sala 2011an de dest pê kir.
Gelek dewletên rojavayî û erebî, ji ber şerê li Sûriyê, ku welat perçe kir û bi sed hezaran mirov kuştin, xwe ji serok Esed dûr xistin.
Jêderekî ewlekarî yê Misirê ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku ev serdan bi mebesta danîna gavên ji bo vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî bi navbeynkariya Misir û Erebistana Saudî ye.
Komkara Erebî ku navenda wê li Qahîreyê ye, di sala 2011an de endamtiya Sûriyê rawestand û gelek dewletên ereb nûnerên xwe ji Şamê vekişandin.
Hin welat, di nav wan de Amerîka û Qeter, li dijî vegerandina peywendiyên bi Esed re derketin, bi sedema hovîtiya hikûmeta wî di dema şer de û pêwîstiya dîtina pêşketinan ber bi çareseriya siyasî li Sûriyê.
Lê hêzên herêmî yên sereke di nav wan de Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Saudî vê dawiyê nîşana vebûna zêde ya li hember Şamê didin.
Wezareta derve ya Misirê berî gotûbêjeke berfireh wêneyên her du wezîran di civîneke girtî de belav kirin.
Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê SANA ragihand ku armanca danûstandinan xurtkirina peywendiyên di navbera her du dewletan de ye.
Şukrî yê Misrê di meha Sibatê de piştî erdhejên wêranker serdana Sûriye û Tirkiyê kiribû.
Çavkanî: Reuters