Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya: Dengê Teqînan Li Paytexta Sûriyê Hat Bihîstin


Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Dengê teqînan îro Yekşemê serê sibê li derdora Şama paytexta Sûrîyê hat bihîstin ku sedema wê nehat zanîn, medyaya dewletê got.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku teqînan li embarên ku roketên komên ser bi Îranê ve dihatin depokirin, bûn û wan ziyan dîtin. Hat gotin ku mirî û birîndarên teqez tune ne.

Îran di şerê 12 salan de piştgiriya serokê Sûriyê Beşar el-Esed dike. Milîsên alîgir ên Îranê, di nav de jî grûpa Hizbullah a Libnanî û komên Îraqî yên alîgirê Tehranê, li beşên rojhilat, başûr û bakurê Sûriyê û li derdora Dîmeşqa paytext desthilatdar in.

Îsraîl bi salane êrîşan li dijî tiştên ku wek armancên girêdayî Îranê binav dike pêk tîne, lê kêm caran li ser taybetiyên êrîşekê di demek nêzîk de şîrove dike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG